10:01 20 Nîsan 2018
    Balafirxaneya leşkerî

    Balafirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê rastî êrişa moşekî hat

    © Sputnik / Iliya Pitalev
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa nûçe ya fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku balafirxaneya leşkerî ya Tayfurê ku li navenda Welêt e rastî êrişa moşekî hat.

    Li gor nûçeya SANAyê balafirxaneya leşkerî ya Tayfurê bi gelek moşekan hatiye bombekirin û di êrişê de çend kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Li gor televîzyona Sûriyeyê jî piştî êrişa balafirxaneya leşkerî ya Tayfurê ku li Humsê ye dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Serokê Sûriye Beşar Esad li Xûtaya Rojhilat bi bikaranîna êrişa kîmyewî ya li hemberî karmendên alîkariyê tohmetbar kir ji bo wî peyva ‘heywan' bikar anî û ji bo Esad got: "Wê bedeleke mezin bide."

    AMERÎKA: EM REWŞÊ JI NÊZÎK VE DIŞOPÎNIN

    Berdevkê Wezareta Parastin ê Amerîkayê di axaftina xwe ya AFPê de got: "Niha Pentagon li Sûriyeyê êrişên hewayî pêk nayîne, lê em meseleyê ji nêzîk ve dişopînin. Hem li Sûriyeyê û hem jî li cihekî din kî çekên kîmyewî bikar bîne em ê hisab jê bipirsin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Hevpeymaniya navdewletî li xwe mikur hat: Li Sûriye û Iraqê 855 sivîl hatine kuştin
    Etîketan:
    Balafirxaneya leşkerî ya Tayfunê, Hûms, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de