05:58 20 Nîsan 2018
    Sûriye

    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikûmeta Sûriye destnîşan kir ku “îdiayên ku ‘li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyevî tên bikarnîn’ wek plaka asêmayî her tim heman tiştê tekrar dike û ji rastiyê dûr e.”

    Hikûmeta Sûriye di derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyevî de got ku "van îdiayana ji welatên wek me difikirin re wek plaka xerabe tê dîtin, tim û tim heman tiştê dibêje û gotinên ku mirov pê bawer bike nînin." Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku: Kengî Artêşa Sûriyê li hember terorîzmê serkeftinekê bi dest bixe, îdiaya ‘çekên kîmyevê' derdixin holê û pê emrê terorîstan dirêj dikin.

    Serokê Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê yê Rûsyayê Yuriy Yevtuşenko di derbarê îdiayên ku ‘rejîma Sûriyê li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyevî bi kar tîne' de got ku "em bi tundî vê îdiayê şermezar dikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, ji bo ji Xûtaya Rojhilat derên bi milîtanan re pêşpeymanekê çêkir
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Artêşa Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat hilda bin kontrola xwe
    Şoygu: Heta demek niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin malên xwe
    Etîketan:
    çekên kimyewî, xûtaya rojhilat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de