08:48 23 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - Tehliyekirina militan û sivîlan

    Rûsya bi rêxistina çekdar Ceyş-ul Îslam re di meseleya tehliyekirinê li hev kir

    © AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Ewlehiyê ya Rûsyayê îro ragihand ku ji bo tehliyekirina milîtanan ji Dûmayê bi Ceyş-ul Îslamê re li hev kirine.

    Ji Wezareta Ewlehiyê ya Rûsyayê, Serokê Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê yê Rûsyayê Yuriy Yevtuşenko da zanîn ku “ bi serokên nû yên Ceyş-ul Îslamê re li ser tehliyekirina 8 hezar milîtanên çekdar ji Dûmayê li hev kirine.”

    Yevtuşenko di derbarê bûyerê de van hurguliyan da: Îro nûnerên Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê yê Rûsyayê bi Ceyş-ul İslamê re hevdîtin pêk anîn, di hevdîtinê de li ser agirbest, çekdanîn û tehliyekirina milîtanan ji Dûmayê li hev kirin. 

    Yevtuşenko di axaftina xwe de van agahiyan anî ziman "ji bo tehliyeyan korîdora Vafedînê cardin hat vekirin û şerê li wir sekinî. Îro ji bo tehliyekirina milîtanan 100 otobos hat şandin, wê bi van otobosan 8 hezar milîtan û bi endamên malbatên wan re bi tevahî 40 hezar kes bên tehliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Artêşa Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat hilda bin kontrola xwe
    Şoygu: Heta demek niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin malên xwe
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat 9.670 jê milîtan 130.117 sivîl derketin
    Etîketan:
    Tehliye, xûtaya Rojhilat, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de