00:54 26 Nîsan 2018
    Efrîn

    'Dekanê beşa wêjeya kurdî ya zanîngeha Efrînê hat revandin'

    © AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Medyaya Rojava ragihand ku "komên Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Dr. Ebdulmecîd Şêx ji mala wî ya li Efrînê revandiye".

    Navenda Efrînê ya Ragihandinê îdîa kir ku çavkaniyên herêmî gotiye ku" Dekanê Beşê Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Efrînê Dr. Ebdulmecîd Izet Şêxo 4ê vê mehê ji mala xwe ya li Efrînê ji aliyê koma Ehrar Eşerqiyeyê ya Tirkiye piştgiriya wê dike ve hatiye revandin.

    Li gorî heman çavkaniyê, Şêx "bi tawana ku serokatiya beşa wêjeya kurdî ya zanîngehê di dema birêveberiya xweser de hatiye desteserkirin û wan ew biriye cihekî nediyar."

    "TI TÊKILIYÊN WÎ YÊN SIASYÎ TINE NE"

    Xizmên Dr. Şêxoyî dibêjin ku ti têkiliya wî bi ti rêxistineke siyasî û PYDê tine û tenê perwerdekarî li zanîngehê dikir.

    Dr. Ebdulmecîd Şêxo di sala 1951ê li gundê Celbelê ji dayik bûye, dîploma zimannasiyê li Almanyayê di sala 1977an de wergirtiye, doktoraya rojnamevaniyê li Rûsyayê di sala 1988an de wergirtiye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Şaredara kurd di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de bû sedema krîzê
    Balafirên Tirkiyeyê dîsa gundê Saye, Sêwek û Helemûnê bombebaran kirin
    Çekdarên ASAyê ji Tirkiyeyê daxwaza mafê ‘şehîdî' û gazîtî' dikin
    Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
    Bozdag: Fransa wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bike
    Serokkomariya Fransayê: Operasyona Tirkiyeyê li Minbicê 'nayê qebûlkirin'
    Etîketan:
    Ehrar Eşerqiye, Ebdulmecîd Şêxo, Cilêl, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de