06:24 21 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: îdiayên çekên kimyewî tenê ji bo rewakirina midaxeleya welatên derve ye

    © AFP 2018 /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, îdiayên dibêjin artêşa Sûriyeyê li bajarê Dumayê yê li herêma Xûtaya Rojhilat çekên kimyewî bi kar anîne, tenê ji bo rewakirina midaxeleya leşkerî ya welatên derve ne.

    Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de îdiayên li ser çekên kimyewî yên ku li Dumayê bûn sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan, wekî ‘provokasyonên talûke' hatin binavkirin.

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Armanca nûçeyên wisa yên derew parastina terorîst û mixalîfên radîkal ên li Sûriyeyê û rewakirina êrîşên ji derveyî welêt e."

    Ji aliyê din ve Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yÊ binbaskê parlamentoya Rûsyayê Dûmayê Konstantin Kosaçev li ser hisabê xwe yê Facebookê diyar kir ku îdiayên çekên kimyewî 'ji ber xwe ve hatine derxistin."


    Bi heman mijarî:

    Ceyşul Islamê daxwaza gotûbêjan li hikûmeta Sûriyeyê kir
    Rûsya: Îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve derew in
    Gelo ji bo çi Tirkiyeyê cihên leşkerên fransî yên li Sûriyeyê eşkere kir?
    Rûsya: Divê bê cudahî hemî pêkhate beşdarî hevdîtinên pêşeroja Sûriyeyê bibin
    Etîketan:
    Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Konstantin Kosaçev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de