17:33 22 Nîsan 2018
    Leşkerên rûsî li Xûtaya Rojhilat

    Ceyşul Islamê daxwaza gotûbêjan li hikûmeta Sûriyeyê kir

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku çekdarên Ceyşul Islamê yên li bajarê DÛmaya Xûtaya Rojhilatî ji dewletê xwestiye ku gotûbêjan bikin û teqez kir ku gotûbêj dê di nava çend saetan de dest pê bikin.

    Ajansa Sûriyeyê ya fermî SANAye ragihand ku çavkaniyeke fermî gotiye, "terorîstên bi navê "Ceyşul Islam" li bajarê Dûmaya Xûtaya Rojhilatî xwestiye ku gotûbêjan li gel dewleta Sûriyeyê bikin."
    Heman çavkaniyê ragihandiye ku "dewlet dê di nava çend saetan de dest bi gotûbêjan bike."

    Herwiha peyamnêrê SANAyê ragihandiye ku " piştî derbeyên giran ên ku çekdarên Ceyşul Islamê di operasyona leşkerî ya li dijî baregehên wan ên li Dûmayê de, wan çekdaran daxwaza gotûbêjan kiriye."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    Bi 6 xalan plana Amerîkayê ya dabeşkirina Sûriyeyê hat weşandin
    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Senatorê amerîkî: Amerîka nikare demeke nêz ji Sûriyeyê vekişe
    'Penatgonê pêşniyarî Trumpî kir ku hêzên xwe li Sûriyeyê zêde bike'
    Çima Erdogan bi kincên leşkerî çû ser sînorên Sûriyeyê?
    Etîketan:
    Ceyşul Islam, Xûtaya Rojhilatî, Dûma, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de