15:45 22 Nîsan 2018
    Suriye- Şam

    Sûriyeyê bersiva îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî da

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê bersiv da îdîayên Amerîkayê yên derbarê pêkhatine êrîşeke kîmyewî li Dûmaya Xûtaya Rojhilatî.

    Li gorî ajansa SANAyê, Wezareta Derve ya Sûriyeyê agahiyên çêbûna êrîşeke kîmyewî li bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî red kirin û milên ragihandinê yên "Ceyşul Islamê" bi hûnandina vê bûyerê tawanbar kir ji bo ku têxe stûyê Artêşa Sûriyeyê û ev jî bi wê armancê kir ku bipêşdeketina wî rawestîne.

    Herwiha ajansê li ser zimanê çavkaniyeke fermî ragihand ku "Artêşa Sûriyeyê bi lezgînî û viyan û birijdiyeke xurt bi pêş de diçe.

    ku pêwîstiya wî bi bikaranîna çekên kîmyewî tine, wek ku hinek aliyên girêdayî terorê îdîa dikin û dihûnin".Heman çavkaniyê gotiye ku "çekdarên Ceyşul Islamê li Dûmayê dijîn û rewşa wan li ber derbeyên artêşê gelekî xerab e û têk diçin.

    Di berdewamiyê de wê çavkaniyê got: "Şanoyên çekên kîmyewî li Heleb û Xûtaya Rojhilatî bi kêr nehatin û dê îro jî bi kêrî terorîst û xwediyên wan neyên. Dewleta Sûriyeyê birijd e ku li her bosteke axa xwe dawiyê li terorê bîne.

    Duh hinek saziyên medyayê ragihandibû ku Artêşa Sûriyeyê çekên kîmyewî li Dûmayê bi kar anîne wek bersiv ji wan operasyonan re yên ku Ceyşul Islam li taxên cuda yên Şamê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Hat îdîakirin ku Mike Pence serdana baregehe leşkerî ya nêzîkê sînorê Sûriye kiriye
    Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
    ‘Sûriye wê bibe sê perçe'
    ‘Kurdan li Sûriye barê têkoşîna hêzên mezin ên dinyayê hilgirtiye’
    Sûriye: Lêxistina hêzên me ji aliyê koalîsyonê ve tê wateya piştgiriya terorê
    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'
    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Etîketan:
    Ceyşul Islam, Xûtaya Rojhilatî, Heleb, DÛma, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de