17:38 20 Nîsan 2018
    Operasyona YPG`ê

    YPGê êrişê navendeke Artêşa Tirkiye û ASAyê kirin: Mirî û birîndar hene

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hate ragihandin ku Şervanên YPG/YPJê li gundê Kefer Seferê ya Cindirêsê navendeke Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ruxandine û di encamê de jî 3 çekdarên ASAyê hatine kuştin û 2 birîndar bûne.

    Şervanên YPGê piştî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê ku ji navendê vekişiyan û destnîşan kiribûn ku şerê li dijî Tirkiyeyê ketiye qonaxeke nû û li gelek deveran êrişî Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayê wan dikin.

    Hate diyarkirin ku şervanên YPG/ YPJê doh di saetên sibê de navendeke navendeke Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li gundê Kefer Sefrê yê girêdayî navçeya Cindrêsê kirin hedef girtine. Di encamê de navend hate ruxandin û 3 endamên ASAyê hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    Tirkiye: Yan em yan jî YPG
    Tirkiye: Rûsya dibêje ku YPG li Til Rifetê nemaye
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    YPG: 7 çekdarên ASAyê di kemînê de hatin kuştin
    Etîketan:
    êriş, navend, ASA, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de