06:23 21 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    Tirkiye: Dibe em operasyon li Til Rirafê pêk neynin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin ragihand ku derbarê Til Rifetê de bi Rûsyayê re hevdîtin berdewam dikin û eger YPG ji wê derê vekişe, pêwîstî bi operasyonê namîne.

    Leşkerên Tirkiyê Hatay-Sûriye
    © AP Photo / Umit Bektas
    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahim Kalin da xuyakirin ku Til Rifet di bin kontrola Rûsyayê de ye û li wê derê YPG jî heye û got, danûsendinên Tirkiye bi Rûsyayê re derbarê Til Rifetê de berdewam dikin.Kalin got, eger piştî van gotûbêjan, YPG ji deverê derkeve, wê demê pêwîstî namîne Tirkiye operasyoneke leşkerî li wê derê encam bide.Her weha da xuyakirin, rêveberiya Amerîkayê derbarê vekişîna ji Sûriyê peyamên tevlihev dide û diyar dibe biryara wan ne zelal e.

    Kalin li ser mijara Til Rifetê beriya niha jî jî axivîbû û diyar kir ku Rûsya ji wan re gotiye niha hebûna YPGê li herêmê nîn e. Lê operasyona wan yê li herêmê dê dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye îro û sibê dê 600 koçberî dersînor bike
    Çîpras: Bila Tirkiye jiyana mirovan ji bo şantajan bi kar neyîne
    Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Etîketan:
    operasyon, Îbrahim Kalin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de