04:05 20 Nîsan 2018
    Serokê ENKSê Brahîm Biro

    ENKS: Dewleta tirk berpirsyarê ziyana li Efrînê ye

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro anî ziman ku ji her binpêkirineke li Efrînê dewleta Tirkiyeyê berpirsiyar e û got, "Em vê yekê li her derê dibêjin. Îro dewleta tirk li Efrînê ye, ne me."

    Qamışlo
    © Sputnik / Hediye Levent
    Endamê Komîteya Peywebdiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro di axaftina xwe ya ji bo televîzyona Rûdawê de got, "Beriya ku artêşa Tirkiyeyê û çekdarên dijbereya Sûriyeyê bikevin nav Efrînê li bajêr, ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelek malbat ji wê herêmê derketine û herwiha ji deverên din ên Sûriyeyê pêkhateyên din çûne Efrînê û demografî hatiye guhertin."

    Biro da zanîn ku piştî êrîşên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên bi piştgiriya wê herêma Efrînê rastî ziyaneke gelekî mezin bûye û ew weke ENKSê, rewşa mirovî ya bajarê Efrînê bi berpirsên amerîkî û brîtanî re peyivîne û daxwaz ji wan welatan dikin ku li hemberî binpêkirinan bê deng nemînin.

    'DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E'

    Îbrahîm Biro derbarê rewşa niha ya li Efrînê de jî got: "Çi tiştek an jî ziyanek li Efrînê pêk were Tirkiye berpirsiyar e. Em vê yekê li her derê dibêjin û me gotiye. Îro em ne li Efrînê ne, hêzên dewleta Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê li Efrînê ne. Lewma her ziyaneke ku bigihêje xelkê Efrînê em dixin stûyê hikûmeta Tirkiyeyê. Çi belgeyên ku dikevin ber destên me, em him digihînin dewletên cîhanî û him jî dewlata Tirkiyeyê."

    Biro di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser guhertina demografiyê ya bajarê Efrînê û got, ew ji ber metirsiya vê guhertinê dixwazin xelkê Efrîn di demeke zû de vegerin ser mal û milkên xwe û rê nedin ti kesekî biyanî ku li ser mal, gund û karûbarên wan rûnin.

    Bi heman mijarî:

    'Armanca biryara girtina Biro û Elîko veşartina şikestina siyaseta PYDê ye'
    Biro: PYD dikare digel ENKSê beşdarî civînên Cenevê bibe
    Brahîm Biro: Siyaseta şaş a PYDê hejmara ereban li Rojava zêde kir
    Birêveberiya xweser biryara girtina Fûad Elîko û Ibrahîm Biro da
    Etîketan:
    Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de