07:39 20 Nîsan 2018
    Tehliyekirina milîtanan ji herêma Cobarê ya Şamê

    Rûsya: Di êrîşên Ceyş El Îslamê de 7 sivîl hatin kuştin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Ceyş El Îslamê peymanên tehliyekirinê yên ji Xûtaya Rojhilat binpê kir û bi topên hawanê û roketan êrîşê Şamê kir. Di encama wan êrîşan de 7 kesên sivîl mirin, 42 sivîl jî birîndar bûn.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku rêxistina Ceyş El Îslamê li gorî peymanên tehliyekirinê yên ji herêma Dûmayê ya Xûtaya Rojhilat tevnegeriyaye û di 24 saetên dawiyê de 2 caran bi topên hawanê êrîşê şûnwarên Şamê kiriye.

    Serokê Navenda Şopandinê ya Rûsyayê li Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko got, rêxistina Ceyş El Îslamê di bin sserokatiya serkirdeyê xwe yê nû Ebû Qasim de peymanan binpê dike û destûrê nade ku sivîl di ser korîdora mirovî re ji bajarê Dûmayê werin tehliyekirin.

    Yevtuşenko got, "Milîtanan li dijî artêşa Sûriyeyê ji nû ve dest bi êrîşan kir. Sivîlan jî wekî mertalên zindî bikar tînin. Di 24 saetên dawiyê de bi tevahî 25 topên hawanê û roket avêtine şûnwarên Şamê. Di encamê de jî 7 sivîl mirin, 42 sivîl jî birîndar bûn."

    Rayedarê Rûsî destnîşan kir ku artêşa Sûriyeyê jî li dijî vê rêxistinê dest bi operasyonan kiriye û her wisa got, heta niha 33 hezar kes ji Dûmayê hatine tehliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, ji bo ji Xûtaya Rojhilat derên bi milîtanan re pêşpeymanekê çêkir
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Artêşa Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat hilda bin kontrola xwe
    Şoygu: Heta demek niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin malên xwe
    ‘Li Xûtaya Rojhilat 36 xwekuj hatin desteserkirin’
    Etîketan:
    êrîş, Ceyş El Îslam, Serokê Navenda Şopandinê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Yuriy Yevtuşenko, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de