21:22 24 Nîsan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîsgeha Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku hêzên wan li Efrînê bingeheke leşkerî ya komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike kirine armanc û 4 ji wan kuştine.

    Li gor ragihandina YPGê, şervanên YPG û YPJ li nêzîkî kolana Welat a Efrînê êrîşî baregeheke komên çekdarên ku ketine bajêr kirine û ew baregeha leşkerî hatiye têkbirin.

    YPGê herwiha da xuyakirin ku 4 ji wan çekdaran di êrîşê de hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

    Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê 58 rojan ji êrîşa 20ê Çileya 2018an û ketina artêşa Tirkiyeyê ya nav bajarê Efrînê digel komên çekdar, YPGê ragihandibû ku ew dê bi şêweyeke din şerê xwe yên li Efrînê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    'Armanca biryara girtina Biro û Elîko veşartina şikestina siyaseta PYDê ye'
    Amerîkayê çima biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê guhert?
    Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn
    Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
    'Divê Erebistana Siûdî li dadgeheke şerîatê were darizandin'
    Etîketan:
    YPG, Êrîş, Efrîn, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de