17:29 25 Gulan 2018
Endame ENKSê Şelal Gedo

'Armanca biryara girtina Biro û Elîko veşartina şikestina siyaseta PYDê ye'

© Sputnik / Osman Başqalî
Sûriye
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 03

Sekreterê Partiya Çepa a Demokrasiyê û endamê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Şelal Gedo, biryara Dadgeha Gel a Bakurê Sûriyeyê ya ji bo girtina Serokê berê yê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê ENKSê Fuad Elîko, ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

Dadgeha Gel a Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê bi hinceta ku Îbrahîm Biro û Fuad Elîko di dagirkirina Efrînê de alîkariya Tirkiyeyê kirine û ji ber daxuyaniyên wan, biryara binçavkirina wan derxistibû.

‘BIRO Û ELÎKO NIKARIN TI BANDOREKÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN'

Şelal Gedo li ser biryara girtinê got, "Biryara dadgeha gel li bakûrê Suriye, hîç binemayek bo nîne ji ber ku Îbrahîm Biro û Fuad Elîko ne fermandarên NATO ne û ne ew hêza leşkerî heye û ne ew hêza siyasî jî ku bikarin bandorê li ser biryara dewleta tirk bikin yan jî alîkariya wê bikin bo dagîrkirina Efrînê."

‘ENKS BI TUNDÎ LI DIJÎ ÊRÎŞA TIRKIYÊ DERKET'

Gedo da xuyakirin, "Helwesta ENKS ê her ji destpêka êrişên dewleta tirk bo ser Efrînê eşkere bû û bû sedem ku têkiliyên ENKS ê û Tirkiye jî aloz bibin ji ber ku ENKSê bi tundî li dijî wan êrişa dewleta tirk bû."

‘ARMANCA BIRYARA GIRTINA BIRO Û ELÎKO VEŞARTINA ŞIKESTINA SIYASETA PYDÊ YE'

Gedo got, "Armanca biryara dadgeha gel tenê bo veşartina şikestina siyaseta PYDê ye ku çawa bû sedem, behane bi destê dewleta tirk bide û bikare êriş bike û Efrînê dagir bike û berdewamiya wê siyasetê jî metirsî dibe li ser tevaya rojavayê Kurdistanê ku dewleta tirk di pêşerojê de êriş bike ser."

‘TI HEMAHENGIYEKE ENKSÊ BI TIRKIYEYÊ RE NÎNE'

Endamê ENKS ê diyar kir, "ENKS ê hîç hemaheng yek ligel Tirkiyeyê nîne û Tirkiye her cihekî dagir bike di piştre dibêje ev cih yê min e. Çêdibe Amerîka li demeke nêz ji Rojavayê Kurdistanê xwe vekişîne û metirsiya dewleta tirk bo ser rojava wê zêdetir be, ji ber ku her êriş û dagirkirineke tirk li ser rêkeftna ligel Rûsya û Îranê dimîne eger Tirkiye karî wan qayîl bike û rê ji Tirkiye re vekin, wê êriş bike ser Rojavayê Kurdistanê û heman rewşa li Efrînê çêkirî li wir jî çêbike."

Bi heman mijarî:

Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
Amerîkayê çima biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê guhert?
Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn
Haley: Rûsya qet nabe dostê Amerîkayê
'Divê Erebistana Siûdî li dadgeheke şerîatê were darizandin'
Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin
Etîketan:
ENKS, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de