10:23 23 Nîsan 2018
    Serokê ENKSê Ibrahîm Biro

    Birêveberiya xweser biryara girtina Fûad Elîko û Ibrahîm Biro da

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21

    Dozgeriya giştî ya di dadgeha parastina gel de li bakurê Sûrye bi daxuyanyek ragihand ku piştî giliyên xelkê Efrînê Birêveberiya Xweser biryara girtina Sekretêrê Partiya Yekîtî û endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKS Ibrahîm Biro û endamê polîtbîroya Yekîtiyê û endamê serkirdatiya Hevpeymanya Dijberiya Sûryiyê Fûad Elîko daye.

    "Di wê daxuyaniyê, herdu serkirdeyên partiya Yekîtî û ENKSê, hatine tometbarkirin ku destwerdana wan di êrîşa li dijî Efrînê de hebû û wan piştgiriya dagîrkirina Efrînê kiriye, ji ber vê yekê jî wan biryara girtina herdu serkirdeyên ENKS daye."

    Ji aliyê din ve her du serkirdeyên ENKSê wan tometan red dikin û dibêjin ku biryarên rêveberiya xweser ne rewa ne û tometên wan bê bingehin.

    Fûad Elîko
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Fûad Elîko

    Berî niha jî Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) derbarê wan tometan, daxuyaniyek belav kiribû û tê de tawanên li dijî Ibrahîm Biro û Fûad Elîko red kiribû.

    Hêjayî gotinê ye ku nakokiyên di navbera rêveberiya xweser û ENKSê de, digihîjine beriya operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê. 13 Tebaxa 2016an asayişa li Rojavayê, serokê wê demê yê ENKSê Ibrahîm Biro desteser kiribûn û pişt re ew derportî Herêma Kurdistanê kiribûn."

    Bi heman mijarî:

    Bahçeli: Bila rêveberiya xweser bê avakirin
    Serokê Katalonyayê: Em biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser qebûl nakin
    Îspanya rêveberiya xweser a Katanloyayê fesih dike
    ‘Tirkiye amadekariya Rêveberiya Xweser dike'
    Li Minbicê Rêveberiya Xweser hat ragihandin
    Rêveberiya xweser ji bo standina rûxsetê 24 saet mohlet da partiyên siyasî
    Etîketan:
    Biryara Girtinê, Daraz, Dersînorkirin, Brêveberiya Xweser, Yekîtî, ENKS, Fûad Elîko, Ibrahim Biro, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de