02:28 20 Nîsan 2018
    Beşar Caferî

    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne

    © AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê yê Beşar Caferi ragihand ku, "piştî mekanîzmaya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de hat avakirin, em hêvî dikin ku Tirkiyê leşkerên xwe ji axa Sûriyê vekişîne.”

    Caferî di çerçoveya zîrveya Tevgera Bêaliyan a li Bakuyê paytexta Azerbeycanê de ji Spûtnîkê re axivî û anî ziman ku, "Piştê muzakereyên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de çêbû em hêvî dikim ku êdî Tirkiye leşkerên xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne."

    ‘TIRKIYE PEYMANA ASTANAYÊ BINPÊ KIR'

    Beşar Caferi di derbarê peymana Astanayê de jî wiha got: "Li gorî peymana Astanayê divê Tirkiyê ji bo kontrol û çevdêriyê, polîsên çeksivik bişanda ji bo herêmên kêmkirina rakêşiyan ku li Idlibê hat avakirin, lê Tirkiye li derveyê peymanê tevgeriya leşker û çekên giran şand Idlibê.

    Caferî axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye û Amerîka serwerî û yekbendiya axa Sûriyê binpê dikin. Li Sûriyê çareserî ancax bi rêzgirtina li hember yekbendiya axa Sûriyê mûmkûn e. Em deng li civaka navneteweyî dikin ku, vê rêbaza Tirkiyê û Amerîkayê şermezar bikin."

    ‘DIVÊ TIRKIYE LEŞKERÊN XWE JI EFRÎNÊ VEKIŞÎNE'
    Beşar Caferî li ser mijara Efrînê destnîşan kir ku "divê Tirkiyê hêzên xwe ji Efrînê vekişîne. Em hêvî dikin ku hêzên navneteweyî di vê mijarê de zoriyê li Tirkiyê bikin. Lewra tevgerên Tirkiyê yên li Efrînê li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî û Tevgera Bêalî ne."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov, bi nûnerê Sûriyê yê li Neteweyê Yekbûyî Caferî re hevdîtin pêk anî
    Piştî gotinên Caferî, dîmenên nû yên xwepêşandanên Îranê belav bûn
    Caferî: Şerek derkeve dê Îsraîl ji holê were rakirin
    Caferî bangî Rûsyayê kir: Alîkariya me bikin
    Etîketan:
    îran, amerîka, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de