17:27 22 Nîsan 2018
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 02

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku niha Amerîka û Fransayê hêzên xwe şandine Minbicê, lê dibe ku hin welatên din jî hêzên xwe bişînin wê herêmê.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê berî ku biçe Moxolistanê li balafirxaneya Esenboga ya Enqerê bersiva pirsa rojnamevanan da û di derbarê şandina leşkerên Fransa bo Minbicê de axivî û diyar kir ku heta ‘gefa terorê' li ser herêmê hebin, ji paşve venagerin.

    Yildirim da zanîn, ku "piştî Amerîka niha Fransa jî hatiye Minbicê û dibe ku hin welatên din jî berê xwe bidin wî bajarî, bajarê Minbicê niha bala gelek welatan kişandiye ser xwe".

    Di beşeke din a axavtina xwe de Serokwezîrê Tirkiyeyê derbarê hatina welatên din bo herêmê de ragihand ku, "Ew tên, lê ew napirsin ku xwediyê resen û sereke yê vê navçeyê kî ye. Welat bi kêfa xwe li navçeyê bicih dibin, em ji wê yekê dilgiranin ku divê dest ji xelkê navçeyê berdin, û xelk bi xwe biyarê li ser siberoja xwe bidin".

    Herwiha Yildirim ragihand ku çi li Minbicê be yan rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku "gefa terorê" li ser Tirkiyê hebe, ew bi ti awayî paşde venagerin û dê li ser rûbirûbûna terorê berdewam bin.

    'HETA GEFA TERORÊ HEBE EM VENAKIŞIN'

    Yildirim wiha got: "Hestiyariya me diyar e, li Minbicê be, yan li rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku gefa terorê hebe, em li navçeyê bi ti awayekî tenazûlê nakin. Dê rûbirûna me berdewam be, ne girîng e ku kê tê wê navçeyê".

    Tirkiye ji kontrolkirina Minbicê ji aliyê hêzên Kurdî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nerazî ye û çend caran daxwaz ji Amerîkayê kiriye, ku YPGê û HSDê ji Minbicê derxîne û her du welat bi hev re vî bajarê Sûriyê birêve bibin.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
    Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
    Rûsya bi çi şertî dê piştgiriya operasyona Minbicê bike?
    Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê
    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
    Etîketan:
    hêz, YPG, Binali Yildiirm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de