17:36 22 Nîsan 2018
    Efrîn - TSK

    'Tirkiye li Efrînê polîsên herêmî yên ji ereb, tirkmen û kurdan pêk tê perwerde dike'

    © AFP 2018 / Bakr ALKASEM
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Berdevkê Meclisa Sivîl a Efrînê Hesen Şindî ji Sputnikê re axivî û got ku " çekdarên ASAyê ji Efrînê vekişiyane û Tirkiye û fermandarên ASAyê polîsên herêmî ku ji ereb, tirkmen û kurdan pêk tê perwerde dike da ku bajarî biparêze

    Hikmet Durgun

    Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên dijberiya Sûriyeyê yên Artêşa Sûriyeya Azad(ASA)herêma Efrînê ji YPGê kontrol kir, tê gotin ku e çekdarên ASAyê ji bajarî vekişiyane û polîsên herêmî û leşkerên tirk bajarî diparêzin.

    Berdevkê Meclisa Sivîl a Efrînê ya ku berî demekê li bajarê Dîlokê bi piştgiriya Tirkiyeyê hatibû damezirandin, Hesen Şindî ji Sputnikê re axift.

    Şindî dibêje ku xelk dest pê kiriye vegere bajarî, 30% ji koçberan vegeriyane û wiha dewam kir: "Gelê Efrînê vedigere bajar û gundên xwe. Rewşa Efrînê roj bi roj baştir dibe. Jiyan asayî dibe. Di mijarên elektirîn, av û tiştên din de jî başbûnê çêdibe. Firin û nexweşxane çêdibin. Tirkiye alîkariyê dike. Em wek Meclisa Sivîl a Efrînê xebatên xwe dikin. Ji bo xelk vegere bajarî û pêwîstiyên wî were dabînkirin, çi ji me were xwestin, em dikin. Em ê di nava çend rojan de biçin Efrînê û xebatên xwe li wir bikin. "

    Hêjayî gotinê ye ku piştî kontrolkirina bajarî, gelek saziyên medyayê yên kurdî, sûrî û serbixwe radigihînin ku ereb li Efrînê tên bicîkirin ku herî dawî televizyona Kurdistan24ê li gorî çavkaniyên herêmî li navçeya Cindirêsê ragihandibû 80 mal ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê  ve hatine desteserkirine, heta niha jî 40 mal malbatên çekdaran tê de bicih bûne û rojane hejmarek malbat li wan malan tên bicihkirin.

    Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsifê gotibû ku ev Tirkiye hewl dide demografiya herêma Efrînê biguherîne.

    "POLÎSÊ EFRÎNÊ JI EREB, TURKMEN Û KURDAN PÊK TÊ"

    Berdevkê Meclisa Sivîl a Efrînê Şindî ev îdia red kirin û got, "îdîayên PYDê yên ku "bila xelk neçe Efrînê ji ber jiyan asayî nebûye" ne rast in. PYD kamp ji efrîniyan re çêkiriye lê gel naxwaze di kampan de bimîne. Dixwazin vegerin malên xwe. Efrîn asayî dibe. Ew kesên ku di dema stendina Efrînê dizî û talan kirine, hatin girtin. Lêpirsîn dewam dike. Ew navgîn û tiştên hatibûn talankirin ji aliyê leşkerên tirk û ASAyê ve hatin dîtin û niha wan didin xwediyên wan ên rast."

    Li gorî gotinên Şindî çekdarên ASAyê ji navenda Efrînê vekişiyane û êdî polîseke ji efrîniyan pêk tê bajarî diparêzin. Şindî dibêje: "EfrînPolîseke herêmî ji bo parastina Efrînê hatiye damezirandin. Niha perwerde tê kirin. Di qonaxa yekem de 400 kes dê werin perwerdekirin. Tirkiye û fermandarên ASA hêzên polîsan ên herêmî perwerde dikin. Polîs ji kurd, ereb û turkmenan pêk tê."

    Şindî teqez kir ku ew îdîayên ku dibêjin Efrîn dê bi Hatayê ve were girêdan, rastî nîşan nade û wiha got: "Me negot, Efrîn dê bi Hatayê ve were girêdan. Me tenê got ku Parêzgarê Hatayê dê alîkariyê bide Efrînê. Me got, Efrîn dê wek herêma Mertala Firatê were birêvebirin. Wek Cerablus û Babê were birêvebirin. Efrîn dê ne ji aliyê Hatayê ve lê ji aliyê Efrînê ve were birêvebirin. Meclisa Racoyê dê Racoyê û ya Bilbilê dê Bilbilê bi rê ve bibe.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Ji wezîrê tirk daxuyaniyeke balkêş li ser Efrînê: Yek sivîl jî birîndar nebûye
    Misir: Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê dişibin komkujiya ermeniyan
    Grûbên milîs li Efrînê bi hev ketin: Gelek kuştî hene
    Li bazara netewî ya Efrînê teqîn
    Erdogan: ASAya ku na ecibînin di operasyona Efrînê de 302 wendahî dan
    Etîketan:
    YPG, Artêşa Tirkiyeyê, ASA, PYD, Hesen Şindî, SÛriye, Sûriye, Tirkiye, Hatay, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de