19:20 25 Nîsan 2018
    Minbic - Heleb - El Bab

    Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mamosteya Zanîngeha Moskowê yê Zankoya Polîtîkaya Dinyayê û Kursiyê Ewlekariya Navnetewî Doç. Aleksey Fenenko, êrîşa milîşeyên Reqayê ya bi ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî de nirxand û got, erdnîgariya Minbicê ji bo şerê gerîla ne guncaw e.

    Aleksey Fenenko ji Spûtnîkê re diyar kir, "Ez bi guman li şerê gerîla dinêrim. Li wê derê cografyayeke li gor şerê gerîla nîne. Tenê sedemeke hêsan a vê heye. Daristan tine ne, cengawerî nîne û çiya tine ne. Şopandina hewayî û tunekirina her cure yekîneyên leşkerî li ser çolê pir hêsan e."

    Fenenko destnîşan kir, "Ez balê dikişînim ser ku li Rojhilata Navîn hemû şerên gerîla li navendên bajarên mezin rû dane."

    Milîşeyên Reqayê yên dijî hêzên hevpeymanan şer ragihandine, li bajarokê Eyn Îsayê Sûriyê operasyonek li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê pêk anîbûn.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê
    Li Amedê şewat: 8 kes rakirin nexweşxanê
    Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
    Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike
    Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
    Kergedenek bi mebesta 'parastina' dayika xwe êrîşî veterîneran dike
    Balafirên şer ên tirk devera Sîdekanê topbaran dike: Gund hatin valakirin
    Etîketan:
    Eyn Îsa, Reqa, Minbic, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de