19:21 20 Nîsan 2018
    ASA Talankariya Efrînê

    Ereb li şûna kurdan li Efrînê tên bicihkirin

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve di 18ê Adarê de. Herwiha xelkê Efrînê ji ber şer neçar bûn ji gund û bajarên xwe koçber bibûn. Hate ragihandin ku hejmarek ji çekdar û malbatên ereb li malên Efrîniyan hatine bicihkirin.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24 ku zanyariyên xwe dispire çavkaniyên herêmê li navçeya Cindirêsê 80 mal ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiye hatine desteserkirine, heta niha jî 40 mal malbatên çekdaran tê de bicih bûne û rojane hejmarek malbat li wan malan tên bicihkirin.

    Li navçeya Şiyê û gundên Qermîtliq, Senêrê û Anqelê jî nêzîkî 50 malî hatine desteserkirin û hejmarek malbatên ereb jî lê hatine bicihkirin.

    Herwiha li gundê Atmana 10, li Celemê 20, li Îska 10, li Qitmê jî 15 malbat hatine bicihkirin.

    Herwiha berî 2 rojan Çevdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, hejmarek ji çekdarên Feyleqa El-Rehman piştî ku ji Xûtaya Rojhilat (derdora Şama paytexta Sûriyê) ligel malbatên hatibûn derxistin, di riya parêzgeh Idlibê re derbasî gundên Efrînê bûn û lê hatin bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê KREyê: Efrîn dê bi Entaqyayê ve were girêdan
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
    Mattis li ser Efrîn, Şingalê û hebûna PKKê li wê derê axift
    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Etîketan:
    ereb, kurd, Kurdistan24, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de