01:21 24 Gulan 2018
    Qomişlo / Rojava

    Sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj bersiv da Yildirimî: Pîvanên we çi ne?

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef derbarê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, xebat û projeyên wê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û bersiv da îdîayên Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî û got, “gelo pîvanên Tirkiyeyê yên terorê çi ne ku partiyeke yekrojî bi terorê tawanbar dike.”

    Dilyar Amûdî

    Qamışlo
    © Sputnik / Hediye Levent
    Hevrîn Xelef ji Sputnik Kurdistanê re diyar dike ku damezirandina vê partiyê berî bêtirî çar mehan dest pê kiriye ku ev bizav ji aliyê kesayetên sûrî ve hat kirin û ti têkiliya ne PYDê û ne jî dewletên din wek Amerîka jî bi damezirandina vê partiyê re tine.

    Xelefê dibêje ku wan xwestiye, baş li ser partiyê bixebitin ku deng bide, lewra me ji nêzîkî 4 mehan ve dest bi xebatan kir ku civîna yekem di 13ê meha 11an a sala borî çêbû.

    Herwiha Xelefê teqez dike ku têkiliya damezirandina vê partiyê bi operasyona Efrînê re tine li gel ku dema ragihandina wê bû sedema pirsyarên ji vî rengî.

    "TÊKILIYA DAMEZIRANDINA PARTIYA NÛ BÛ SEDEMA PIRSAN"

    Rayedaran partiya Sûriyeya pêşerojê Hevrîn Xelef derbarê pêvajoya damizrandina vê partiyê de wiha diaxive: "Partiya Sûriya Pêşerojê gaveke wiha bû ku ev nêzîkî 5 mehan xebatên wê dihatin kirin û di vê demê de hat ragihandin. Belkî piştî dagirkirina Efrînê jî, damezirandina wê bû sedema pirsan di nav civakê de lê amadekariya wê ji berê de dihat kirin. Ji ber piştî heft salan ji aloziya Sûriyeyê, divê ev şer bi dawî bibe. Gelê Sûriyeyê xeyalekê dest bi tevgera xwe ya aştiyane kir lê berê wê tevgerê ji aliyê destên cuda û herwiha yên rejîmê jî hat guherandin ku bi rêyeke leşkerî dewam kir ku niha ket sala xwe ya 8an. Ji xwendina evqas pirsgirêk û aloziyên li Sûriyeyê û realîteya wê, êdî pêwîstî bi peydakirina çareseriyeke siyasî heye."

    "PARTIYA ME YA HEMÛ SÛRIYAN E"

    Herwiha Hevrîn Xelef dibêje ku cudahiya partiya wan ji partiyên heyî ew e ku ne herêmî ye û ne ya yek netewe yan olê ye lê ya hemû sûriyan e ku ol û neteweyên cuda, wek kurd, ereb, siryanî, ermen û xiristiyan, êzîdî û hwd jî di nav de cih digirin.

    Xelef derbarê mijarê de wiha diaxive: Belkî gelek partî li Sûriyeyê hene ku hewl daye çareseriyê ji pêşeroja Sûriyeyê re peyda bikin lê rengê wan partiyan bêtir bi etîketeke neteweperestî yan jî herêmî bû. Me jî xwest ku em partiyekê ava bikin ku li gorî taybetmendiyên gelên Sûriyeyê be. Sûriye bi netewe û olên xwe rengîn e, lewra me xwest partiyekê ava bike ku hemû ol û neteweyên cuda tê de cî bigirin da ku ew bixwe biryara pêşeroja xwe bidin. "

    "EM NE GIRÊDAYÎ PYDÊ NE"

    Piştî ku Partiya Pêşeroja Sûriyeya hat damezirandin, gelek pirsyar hatin kirin ku ev berdewamiya PYDê ye yan navekî nû yê PYDê ye, Xelef teqez dike ku ne berdewamiya PYDê ne û partiyeke nû ne ku ji aliyê kesayetên sûrî ve hatiye avakirin û wan îdîayan red dikin lê diyar dike ku ji bo berjewendî û çareseriyê amade ne, bi hemû partiyên Sûriyeyê re bixebitin û wiha dibêje:
    "Jixwe me di programê partiyê de û herwiha di daxuyaniya dawî de diyar kir ku çi partiyên li Sûriyeyê dixebite û ji bo berjewendî û pêşeroja Sûriyeyê dixebite, em amade ne ku têkiliyan bi wan partiyan re deynin. Lê niha ti têkiliyên me tine."

    PÎVANÊN TIRKIYEYÊ YÊN TERORÊ ÇI NE?

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî piştî vê daxuyaniyê gotibû ku ev partî PYD ye lê bi navekî cuda ye û wiha gotibû: "Me her tim got, ev her tim nav û cihên xwe diguherînin. Li Sûriyeyê bi navekî din, li Iraqê jî bi navekî din derdikevin pêşberî me. Em van baş nas dikin. Dibe ku ji bo demekê hinek dostên me bixapînin lê nikarin Tirkiyeyê bixapînin."

    Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr tîne ku hîn rojekê wê partiyê çenebûbû lê Yildirim daxuyaniyeke wiha da ku ev jî dibe sedema pirsan bê gelo pîvanên Tirkiyeyê yê terorê çi ne.
    Xelef di bersiva xwe de wiha dibêje: "Hîn roja yekem ji damezirandina partiyê, Binali bi daxuyaniyekê partiya me bi terorê tawanbar kir û eşkere got ku ev PYD ye. Ev daxuyanî ne di cî de ne. Hîn partiyeke yek-rojî ye lê ew wê bi terorê tawanbar dike lewra divê em bipirsin bê gelo pîvanên terorê li cem Tirkiyeyê çi ne. Partiyek e ku dixwaze ji bo berjewendiyên gelên Sûriyeyê dixebite û dixwaze hemû ol û neteweyên wê tê de cî bigirin li gorî Tirkiyeyê pîvanên terorê be, nexwe em tororîst in. Ya din jî timaya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de heye û armanca Tirkiyeyê ji wê yekê ku me bi PYDê re girêdide ew e wê timaya xwe berdewam bike."

    "HSD HÊZEKE NIŞTMANÎ YA SÛRIYEYÊ YE"

    Di berdewamiya axiftina xwe de Xelef li têkiliyên partiyê li gel HSDê jî diaxive û diyar dike ku wek partî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) wek hêzeke niştimanî dibînin, ji ber rola wan a rizgarkirina wê herêmê ji DAIŞê û vegerandina rewaş îstîqrarê.

    "TI ROLA AMERÎKAYÊ DI DAMEZIRANDINA PARTIYA ME DE TINE"

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê derbarê Partiya Sûriya Pêşerojê de axiftibû û diyar kiribû ku haya wan ji wê Partiya Sûriyeya Pêşerojê heye û dê bi kêfxweşî pêşwazî li çi partiyekê bikin ku beşdarî çareseriya polîtîk a Sûriyeyê bibe. Herwiha Nauertê nexwest bersiva wê pirsê bide bê gelo ev partî beşek ji PYDê ye yan na. Hinek îdîa jî hebûn ku ev partî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye damezirandin da ku Tirkiyeyê qanî bikin ku ew ne bi PYDê re dixebitin.

    Xelef dubare dike ku ev partî tenê ji aliyê kesayetên Sûriyeyê ve hatiye dameizrandin û wiha dewam dike: "Fikira damezirandina vê partiyê ji aliyê kesayetiyên sûrî hatiye kirin. Ti rola Amerîkayê di damezirandina vê partiyê de tine. Kesayetiyên sûrî bi fikir û hişmendiya wan ev partî hatiye avakirin. Lê tenê Amerîka, çi dewletên navdewletî û çi herêmî be, eger têkili ji bo çareserî û pêşeroja gelên Sûriyeyê werin xwestin, em amade ne wan têkiliyan deynin. Herwiha pêwîstiya her partiyekê bi piştgiriyeke navxweyî û derveyî heye da ku bikare projeyên xwe li erda xwe ava bike û nimûneya dixwaze ava bike ji aliyê dewletên cîran ve jî were qebûlkirin. "

    "ROJA AMERÎKA DERKEVE, DÊ ARAMÎ LI CEM XELKÊ ÇÊBIBE KU TEROR BI DAWÎ BÛYE"

    Li ser pirsyara bê gelo wan heta niha ti têkilî bi Amerîkayê re danîne yan na, Xelef dibêje: "Amerîka li ser bingehê şerê terorê hatine herêmê. Roja Amerîka ji vê derê derkeve, dibe ku rehetî li cem gelên herêmê çêbibe ku êdî va teror li vir nemaye. Li gel ku li herêmê ne jî lê ti têkiliyên me yên cidî tine navbera me çênebûye."

    Lê Xelef di berdewamiya axiftina xwe de dibêje ku hebûna Amerîkayê ya niha li herêmê, rehetiyekê dide gelê wê derê ji ber tehîdên Tirkiyeyê li ser wan herêman heye.

    "HELWESTA FRANSAYÊ CIHÊ HURMETÊ YE"

    Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef helwesta Fransayê di dema operasyona Efrînê de û piştî wê jî ku soza piştgiriyê dabû rayedarên bakurê Sûriyeyê bi erênî nirxand û got: "Daxuyaniyên Fransayê ji destpêka operasyona Efrînê ve û piştî wê jî û qebûlnekirina dagirkirina Tirkiyeyê ji Efrînê re, cihê hurmetê ye. "

    "EM AMADE NE JI BO ÇARESERIYÊ TÊKILIYÊ BI RÛSYAYÊ RE DEYNIN"

    Herwiha Xeled diyar dike ku ew ji bo çareseriyê bi her kesî re deynin, ji bo ku çareseriyê ji pirsgirêka Sûriyeyê re peyda bikin û derbarê têkiliyên wan ên li gel Rûsyayê jî wiha dibêje: "Têkiliyên me bi Rûsyayê re tine ne. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê re, em amade ne têkiliyan bi hemû aliyan re deynin."

    "ÇARESERIYA HERÎ BAŞ JI BO SÛRIYEYÊ, PERGALEKE NENAVENDÎ YE"

    Di berdewamiya axiftina xwe de Xelef fikira partiya xwe ji bo çareseriya Sûriyeyê wiha vedibêje: "Ji bo mirov çareseriyekê peyda bike, divê em li wê nuqteyê vegerin ku kêşe jê dest pê kiriye. Kêşeya Sûriyeyê ji pergala Sûriyeyê dest pê kir ku pergaleke birêveberiya navendî bû û ew êdî ji aliya piraniya Sûriyeyê ve nedihat qebûlkirin. Çareseriya herî baş, birêveberiyeke ne-navendî ye."

    Hevrîn Xelef piştrast dike ku divê Tirkiye ji tevahiya axa Sûriyeyê derkeve, Efrîn jî di nav de û wiha dibêje: "Efrîn jî wek Cerablusê ye, xaka Sûriyeyê ye. Gelê wê xakê jî qebûl nakin û helwesta wan dewam dike û dê xaka xwe vegerînin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Iraqê: Divê hikûmet li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide
    Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
    Di navbera Hollanda û Tirkiyeyê de ‘krîza casûsî'
    Dr. Emîn Bekir: Serokê Parlemantoya lraqê rê neda behsa êrişên Tirkiyeyê bê kirin
    Li Tirkiyeyê 25 leşkerên muzawaf hatin binçavkirin
    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
    Etîketan:
    Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Hevrîn Xelef, Binali Yildirim, rûsya, Sûriye, Fransa, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de