14:58 22 Gulan 2018
    HSD - YPG - YPJ

    Şandeya brîtanî serdana YPJê kir

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    YPJê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya brîtanî ya payebilind îro serdana wan kiriye û teqezî li ser piştgiriya xwe kiriye.

    Şandeya brîtanî ya ku parlamenterê brîtanî Lloyd Russell-Moyle, lord Maurice Glasma, senatorê Meclisa Ewaman a Brîtanyayê, Birêveberê Sendîkeyan a Navdewletî Simon Dibbing, berpirsê Sendîkayên li Brîtanyayê Ryan Fletcher û Birêveberê Navenda Pêşveçûna Kurdî Ibrahim Dogous pêk dihat.

    Li gorî daxuyaniya YPJê, şande ji aliyê berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah û hinek fermandarên YPJê ve hatiye pêşwazîkirin.

    YPJê ragihand ku şandeyê di salvegera damezirandina YPJê de pîrozbahî li wan kiriye û teqezî li ser piştevanî û piştgiriya xwe ji wan re kiriye.

    Duh hatibû ragihandin ku şandeya Brîtanyayê serdana Rojava kiriye û Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku ew heyet ji deriyê Sêmalkayê derbasî Rojava bûye.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta YPJê: ‘Cenevre me nas nekir, em jî encamên wî nas nakin!'
    Nasnameya şervana YPJê hat eşkerekirin
    Fermandara YPJê: ‘Tirkiya bi şantajan Ewropayê tehdîd dike
    Şervana YPJê ya brîtanî dest bi grêva birçîbûnê kir
    Etîketan:
    YPJ, Lloyd Russell-Moyle, Maurice Glasma, Ryan Fletcher, Nesrîn Ebdulah, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de