01:10 26 Nîsan 2018
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    Ji DAIŞê daxuyaniyeke nû

    © AP Photo /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sîstema xîlafetiya DAIŞê piştî ku li Sûriye û Iraqê têk çû cardin ragihandin ku sunda îtaatkirina Ebubekir el Bexdadî xwarine.

    DAIŞ bi rêya hesabên xwe yên li ser medyaya civakî ragihand ku "ji bo hêrskirin û tirsandina kafiran, me cardin sond xwar ku em îtaetê serokê bawermendan û xelifeyê muminan mucahit şêx Ebubekir el Bexdadî bikin."
    DAIŞ roja îro ji bilî Sûriye û Iraqê li Lîbyayê jî êrîşên çekdarî dike. Bexdadî di sla 2014an de li Iraqê xilafetiya xwe ragihandibû. Piştî Reqqa û Mûsil ji DAIŞê hat stendin Bexdadî jî rêça xwe da wendakirin.

    Haşim el Haşimî di derbarê DAIŞê de ji gelek welatan re şêwirmendiyê dike. Li gorî Îdiaya Haşimî Ebubekir el Bexdadî di herêma sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de xwe vedişêre. Herwiha Haşimî destnîşan kir ku ev bîata DAIŞê piştî du salan yekem bîat e.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
    Hikûmeta Iraqê: Bexdadî li Sûriyê di nexeşxaneyekê de tedawiyê dibîne
    Iraqê Bexdadî xiste lîsteya 'kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin'
    Di lîsteya ‘kesên ku girtina wan tê xwestin' de navê Bexdadî tune ye
    Etîketan:
    bîat, daiş, sundxawarin, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de