15:45 22 Nîsan 2018
    Efrîn

    KRE: Tirkiye dê ciwanê Efrînê ji bo parastina bajarî amade bike

    © Sputnik / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) Hesen Şindî diyar kir ku Tirkiye dê hinek baregehên xwe li Efrînê damezirîne û dê ciwanên Efrînê amade bike da ku bajarî biparêzin.

    Şindî bi malpereka R-ENKSê re axift û got, "Baregehên Tirkiyeyê dê li hinek herêmên Tirkiyeyê hebin û biryargeheke wê li Efrînê jî hebe û wiha dewam kir: "(Ev tişt) dê ji bo parastina bajarî û ewlehiya wî were kirin û herwiha wiha dê ciwanên Efrînê werin amadekirin jî lê ji bo vî tiştî pêwîstî bi demê heye."

    Hinek îdîa hebûn ku Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Sûriyeyê kurd nexistina lijneya çavdêriya damezirandina encûmênên herêmî yên Efrînê û Şindî li ser vê axift û got, "kurd nehatine bidûrxistin lê kargeheke ji bo Efrînê çêbûye ku ji hikûmet, îtîlaf û hinek kesên 'Meclisa Rizgarkirina Efrînê' û ez jî di nav de me da ku bi çavdêriya Tirkiyeyê me hemû endamên meclisên herêmî yên Efrînê û navçeyên bibijêrin. "

    Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa) Hewas Egîdî derbarê têkiliya navbera ENKSê û Meclisa Rizgarkirina Efrînê de axiftibû û gotibû ku "em wek ENKSê ti têkiliya me bi wê encûmê ve tine û xelkê Efrînê ji xwe re çêkiriye. Xelkê Efrînê ew civat damezirandiye. Herwiha hinek îdîayên ku Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Sûriyeyê kurd nexistina lijneya çavdêriya damezirandina encûmênên herêmî yên Efrînê red kiribûn û teqez kiribû ku hîn ti encûmenên herêmî ji bo Efrînê nehatine damezirandin

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    ‘Şandekê bi mijara Efrînê li Îmraliyê serdana Ocalan kir'
    YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin
    Misir: Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê dişibin komkujiya ermeniyan
    Etîketan:
    ENKS, Artêşa Tirkiyeyê, Minbic, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de