18:41 19 Nîsan 2018
    Leşkerê artêşa Sûriyeyê

    Piştî rizgarkirina Xûtayê wê artêşa Sûriyeyê berê xwe bide kuderê?

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê Spûtnîkê Andrey Kots di çarçoveya rewşa dawî ya operasyona rizgarkirina Xûtaya Rojhilat de, armanca nû ya artêşa Sûriyeyê nirxand.

    Li gor nirxandina Andrey Kots, artêşa Sûriyeyê piştî ku beşeke mezin ji Xûtaya Rojhilat rizgar kir, derfeta ku xwe ji hicûma ser Idlibê re amade bike bi dest xistiye.

    'PIR EŞKERE YE KU DÊ IDLIB LI DEMEKE NÊZÎK BIBE QADA ŞER'

    Kots diyar kir ku ‘Idlib yek ji wan herêmên bi kêşe ye' û ev şîrove kir:

    "Hêzên bingehîn ên rêxistina terorîst El Nusrayê li vir bi cih bûne. Li vir (Idlib) bi qasî 20 hezar endamên wê hene. Lê belê li vê derê komên çekdarên din jî bicih bûne. Hikûmeta Sûriyeyê milîtanên li Helebê teslîm bûbûn dişand Idlibê. Pir eşkere ye ku dê ev herêm li demeke nêzîk bibe qada nû ya şer. Zêdebûna çalakiyên Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyayê jî vê yekê piştrast dike."

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê balafira F-16 ket
    Facebookê agahiyên 87 milyon kesan bê ûsûl bikar anî
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Etîketan:
    Xutaya Rojhilat, Idlib, Sûriye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de