18:38 20 Gulan 2018
    Efrîn

    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne

    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 30

    Endamê Komîteya Rêveber yê PKKê Bozan Tekîn li ser vekişîna hêzên wan ji Şingalê diyar kir ku dema ew çûn Şingalê wan ji kesî îcazet negirt û got, deriyê çiyayan tune ye û kengî pêwîst be ew ê dîsa biçin. Tekîn li ser Efrînê jî got, "Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne."

    Endamê Komîteya Rêveber yê PKKê Bozan Tekîn ji bo bernameyeke Radyoya Dengê Welat derbarê rewşa heyî ya li Şingal, Efrîn û Sûriyeyê axivî. Tekîn derbarê vegera hêzên wan ya ji Şingalê got, ""Gerîla rolê xwe yê dîrokî lîst. Pêşiya qirkirin û fermanê girt û bi serbilindî vekişiya. Li ser vekişînê dagirkeriya Tirk ji xwe re par derdixe. Ne rast e. Dema em çûne Şingalê me ji kesî îcazet negirt û em bi zext û zora kesî jî ji Şingalê derneketin. Rastî ev e. Deriyê çiyayan tune ye. Bi qasî em dizanin deriyê Çiyayê Şingalê jî tune ye.Kengî pêwîst be, em ê dîsa biçin Şingalê. Ew qasî zelal e."

    Bozan Tekîn li ser rewşa Efrînê jî parast ku Efrîn dê ji dewleta tirk û ji wan komên ku piştgiriyê ji dewleta tirk digirin renamîne û wisa berdewam kir:

    'EFRÎN JI WAN RE NAMÎNE'

    "Di derbarê Berxwedana Serdemê de jî Tekîn, destnîşankir ku Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne. Di dirêjiya axaftina xwe de Tekîn, bal kişand ser karakterê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û taybetmendiya şerê Sûriyê û got, "Di van 5-6 salên dawî de navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bûye Rojhilata Navîn, bi taybet jî Sûriye û Kurdistan. Pir bajar xirabe bûn, gelek bajaran 2-3 caran dest guherand. Wekî Minbicê. Minbic herî dawiyê di destê DAIŞê de bû. Tê zanîn ku YPG û YPJê ew him ji DAIŞê û hem jî Tayyip Erdogan, ku herdu alî tifaqê hev bûn, rizgar kir. Em dizanin ku yên li wê derê şer koordîne dikirin çeteyên girêdayî dewleta Tirk bûn. Ragihandina Tirk û çeteyên wan ketina Efrînê ya niha wekî serkeftineke mezin radigihînin. Divê mirov ji wan çeteyan bipirse, we çend bajar girtin û berdan? Ma Efrîn wê ji we re bimîne? Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me
    Karasu: Zextên li ser Ocalan piştî Efrînê girantir bûn
    Şervanên YPGê li Efrînê du çalekî li dar xistin: 12 çekdar hatin kuştin
    Etîketan:
    dagirker, Endamê Komîteya Rêveber yê PKKê, Bozan Tekîn, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de