05:13 21 Nîsan 2018
    HSD

    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyand ku dibe ew li dijî milîtanên DAIŞê yên li ser sînorê Iraqê bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe û got, dibe şertên ku dê pêşiyê li xebatên hevpar yên li dijî DAIŞê vebikin, pêk werin.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengtiya YPGê nişana operasyoneke hevpar ligel Iraqê da. Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re got, dibe ku ew li dijî DAIŞê bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar birêve bibin.

    Xelîl diyar kir ku ji ber çûna gelek endamên HSDê ji bo herêma Efrînê û lawazbûna operasyonan îhtimal heye ku ji nû ve zindî bibe û ev tişt gotin: "Iraq dewleteke cîran e û ew jî ji destê terora DAIŞê bi êş e. DAIŞ li herêma hevpar ya di navbera me de heye û ev jî nişan dide ku dibe şertên dê pêşiyê li xebatên hevpar yên li dijî DAIŞê vebikin, pêk werin."

    Xelîl di axaftina xwe de anî ziman ku DAIŞ hewl dide ji valahiya li rojhilatê bakur yê Sûriyeyê sûd werbigire û got, "Ev metirsiyek e û em li ber çavan digirin û herwisa em li rêbazên guncaw yên li dijî belavbûna DAIŞê digerin."

    Bi heman mijarî:

    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
    Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir
    Birêveberê ragihandina HSDê: Kawayê Hesinkar ne endamê PYDê bû û qonaxeke nû dest pê dike
    HSDê hejmara wendahiyên di şerê Efrînê de daxuyand
    Etîketan:
    operasyona hevpar, DAIŞ, HSD, Hevserokê TEV-DEMê, Aldar Xelîl, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de