08:21 23 Nîsan 2018
    YPG

    Artêşa tirk êrîşê noqteya YPGê kir: 2 leşkerên tirk hatin kuştin

    © AFP 2018 / Bulent Kilic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Artêşa Tirkiyeyê êrîşê noqteyeke asayişê ya li bajarê Dêrikê yê Rojava kir û hat ragihandin ku di encamê de şer qewimî û 2 leşkerên tirk hatin kuştin.

    Li gorî ragihandina Rûdawê artêşa tirk îro êrîşê ser noqteya asayişê ya li gundê Xerabreşkê yê bajarê Dêrikê yê Rojava ku li ser riya Sêmalka ye, kiriye û hat gotin ku di encama êrîşê de 2 peywirdarên asayişê yên bi navê Ehmed Casim Îbed û Elî Mehmûd Xelef birîndar bûne.

    Herwisa hat diyarkirin ku şervanên YPGê bersiv daye vê êrîşa artêşa tirk û di encamê de du leşkerên tirk kuştine û çend leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    YPG: 7 çekdarên ASAyê di kemînê de hatin kuştin
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    YPG: Li Cindirêsê 2 leşkerên tirk hatin kuştin, 6 jî hatin birîndarkirin
    YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin
    Etîketan:
    şer, Artêşa Tirk, YPG, Rojava, Dêrik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de