17:41 20 Nîsan 2018
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 20

    Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê çend caran gef xwarin ku dê êrîşî Minbicê bike, hêzen Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeyên xwe bi alayên amerîkî li kolanên Minbicê digerîne û diçe ser xetên temasê yên li gel komên sûrî yên Enqereyê piştgiriyê dide wan.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî piştî kontrolkirina herêma Efrînê ya kurdî gef xwarin ku dê berê xwe bide Minbicê li gel ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike jî li baregehên li wê derê bi cî bûne da ku piştgiriyê bidin hêzên herêmî yên kurdî û erebî.

    Li gorî nûçeya AFPê, ev şêweya ku hevpeymanî dewriyeyên bi navgînên zirxî yên nûjern digerîne û herwiha kolandina xendekan ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya vê dawiyê, destnîşan dikin ku ji ber tehdîdên Tirkiyeyê, rewşeke amadebaşiyê li wê derê heye.

    Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemd Ebû Adil dibêje ku "Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe û çekên wan ên giran li ser xetên eniyan zêde kirin û her dem dewriye digerin…herwiha ji aliyê bicîbûna hêzên me li ser xetên eniyan, me hemû bergirî girtine."

    Ebû Adil li ser gefên Tirkiyeyê jî wiha dibêje: "Teqez, em gefên Tirkiyeyê bi awayekî cidî digirin."

     

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    Sererkanê artêşa Rûsya û yê DYAyê mijara Sûriyeyê axivîn
    Artêşa Sûriyeyê serkeftina xwe ya Xûtayê deyndarê Navgînên Bêmirov e
    ‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'
    'Artêşa Sûriyeyê du herêmên din ên Xûtaya Rojhilatî Kontrol kirin'
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil, Minbic, Sûriye, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de