01:24 24 Gulan 2018
    Generalê Amerîkayê Jamie Jarrard li Minbicê

    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'

    © AP Photo / Susannah George
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 10

    Serokê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adilî ragihand ku Amerîkayê hêzen xwe yên leşkerî li Minbicê zêde kirine û diyar kir ku hîn hêzên frensî negihiştine bajarî.

    Li gorî medyaya herêmî ya Rojava, Ebû Adilî gotiye ku "hêzên amerîkî li eniyên şerî ne û baregehên xwe yên leşkerî li herêmê fireh kirine ku ew hêz bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser eniyan digerin."

    malpera al Hurrayê ya erebî di nûçeyeke xwe de ku dispêre peyamnêrê xwe ragihandibû ku fermandarên Wezareta Amerîkayê li Trumpî pêşniyar kiriye ku hejmara hêzên amerîkî yên li Sûriyeyê zêde bike û ji Sûriyeyê venekişe.

    Herwiha SOHRê ragihandibû ku Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya leşkerî dişîne Minbicê û îdîa kiribû ku piraniya hêzên li wê derê, hêzên amerîkî û frensî ne.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Hat îdiakirin ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser Minbicê li hev kir
    Li bajarê Minbicê teqîn
    Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
    Şandeyeke Amerîkayê serdana Minbicê kir
    Etîketan:
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ebû Adil, Minbic, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de