19:18 25 Nîsan 2018
    wesayetên leşkerî-leşkerên amerîkî-dya-leşker-reqa

    'Amerîkayê karwaneke leşkerî ya bi qasî kîlometreyekê şand Minbicê'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 40

    Ev demeke rayedarên tirk diyar dikin ku dê li dijî Minbicê operasyoneke leşkerî pêk bînin. Ji aliyê din ve tê gotin ku Amerîkayê ji bo herêmê hêzên teqwiye dişîne û herî dawî karwanekî ku dirêjahiya wê kîlometreyekê şandiye Minbicê.

    Li gorî medya tirkî duhî saet li dora 21.00an karwanê Amerîkayê yê bi qasî kîlometreyekê dirêj ji Qamişlo berev Rojavayê Sûriyeyê hereket kir.

    Li gorî heman nûçeyê di karwanê TIRan de wesayîtên leşkerî, tankerên sotemeniyê, bariyerên betonê hebûn. Herwiha di karwanî de ambulans jî hatin xuyakirin. Karwanê sewqiyatê ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî bi qasî saetekê hat raçavkirin.

    Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku demek berê beşa erebî a Russia Today (RT) ku xwe spartibû çavkaniyên herêmî ragihandibû ku Amerîkayê ji baregeha xwe ya leşkerî ya Sirrînê ku li Kobaniyê ye derdora 300 leşker û gelek wesayîtên zirxî ku ji tank, top û çekên gira pêk dihat veguheste herêma Minbicê.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Amerîka 300 leşker û gelek tank û top veguhestin Minbicê
    SOHR: Hêzên amerîkî û frensî dewriyeyên li Minbicê didomînin
    Amerîkayê hêzeke din şand Minbicê: Mekanîzmeyeke nû tê avakirin
    Li nêzî Minbicê êrîşî Hevpeymaniyê hat kirin: Leşkerekî ingilîz û yekî amerîkî mir
    'Li Minbicê ti hêza me nîne, tiştê li wir dibe me eleqedar nake'
    Etîketan:
    Hêzên amerîkî, Karwanê leşkerî, Sewqiyat, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de