05:49 20 Nîsan 2018
    Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'

    © Sputnik / Michael Metzel/POOL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûriy Ûşakov ragihand ku serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê di hevdîtina xwe yê di 4ê Nîsanê ya li Enqereyê dê tevdîrên ji bo reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin.

    Ûşakov derbarê serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Enqereyê paytexta Tirkiyeyê di 3-4ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kir ku, "Pûtîn Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re tevdîrên bo destûra bingehên a Sûriyeyê di çerçoveya biryarên hevdîtinên Kongreya Dîlogan a Nisştimaniya Sûriyeyê de binirxînin."

    Ûşakov da zanîn ku piştgiriya bo Neteweyên Yekbûyî ji bo avakirina komîteya destûra bingehîn ên Rûsya, Tirkiye û Îranê dewam bike û ji bo pêkanîna banga Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rewşa mirovî ya li Sûriyeyê ku li seranserê welêt agirbest were ragihandin danûstandin werin kirin.

    PIŞTÎ LÛTKEYA SÊALÎ DÊ DEKLARASYONA HEVPAR WERE QEBÛLKIRIN

    Ûşakov destnîşan kir ku di encama lûtkeya sêalî yên serokan de deklarasyona hevpar ya derbarê rewşa li Sûriyeyê dê were qebûlkirin.

    Ûşakov da zanîn ku, "Li gorî hêviyên me de serok, him di dema lûtkeyê de him jî di dema deklarasyonê de, dê piştgiriya xwe ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê û serxwebûn û serweriya Sûriyeyê ragihînin. Ev mijar gelek girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Amerîka nikare demeke nêz ji Sûriyeyê vekişe
    Bi 6 xalan plana Amerîkayê ya dabeşkirina Sûriyeyê hat weşandin
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin
    Fermandarên amerîkî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa rewşê dinirxînin?
    Etîketan:
    lûtke, hevdîtin, Yûriy Ûşakov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de