17:46 25 Gulan 2018
Qamışlo

'Asayîşê endamekî ENKSê desteser kir'

© Sputnik / Hediye Levent
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Malbata endamê Heyeta Serokatiyê ya Encûmena Niştimaniya Kurdî Feysel Yûsif li Sûriyeyê piştrast kir ku Asayîşa Rojava îro duşemê Yûsif li mala wî ya li Qamişloyê desteser kiriye.

Li gorî radyoya ARTFMê ya li Rojava, kurê Kordînatorê Tevgera Çaksaziyê ya Kurdî li Sûriyeyê, Şêrzad Feysel Yûsifî ragihand ku dewriyeyeke asayîşê dora saet yek û nîvê piştî nîvê şevê girtiye ser mala wan û bavê wî desteser kiriye.

Kurê wî, malbat hîn jî ti tiştî derbarê wî de nizane û xwestiye ku dermanên wî yên şekir/diyabetê û dilî bigihînin ji ber rewşa wî ya tenduristiyê.

Hêjayî gotinê ye ku Asayîşê ti daxuyanî derbarê rewşê de nedaye.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
Etîketan:
Asayîşa Rojava, ENKS, Şêrzad Feysel Yûsif, Feysel Yûsif, Qamişlo, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de