17:31 24 Nîsan 2018
    YPG

    Şervanên YPGê li Efrînê du çalekî li dar xistin: 12 çekdar hatin kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê li hemberî çekdarên ASAyê du çalekî li dar xistin, di encamê de 12 milîs hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şervanan li navenda Efrînê du çalekî li hemberî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li dar xistin. Di encama çalekiyê de 12 çekdarên ASAyê hatin kuştin.

    Navenda YPGê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) du çalekî li hemberî çekdarên Artêşa Sûriyeya Aazd (ASA) li navenda bajarê Efrînê li dar xistin û di encamê de 12 çekdar hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniyê çalekiya yekemîn a şervanan li dijî navendeyekî çekdarên Lîwa El-Fetih li taxa El-Mehmûdiyê hat lidarxistin û di encam de 9 çekdar hatin kuştin û ya duyemîn jî li dijî komeke çekdarên li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate lidarxistin û di encama wê çalekiyê de jî 3 çekdar hatin kuştin."

    Bi heman mijarî:

    Li Efrînê wesaîda leşkerên tirk li mayînê qelibî, personelek mir 3 leşker jî birîndar bûn
    Çekdarên nêzikî Tirkiyeyê li Efrînê wênegireke kurd desteser kir
    ‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’
    Leşkerê ku li Efrînê brîndar bibû jiyana xwe winda kir
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
    Etîketan:
    ASA, YPG, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de