07:31 24 Nîsan 2018
    Efrîn

    Çekdarên nêzikî Tirkiyeyê li Efrînê wênegireke kurd desteser kir

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Jina wênegir ya kurd Dilşan Qerecol li bajarê Efrînê ji aliyê koma çekdarên bi ser artêşa tirk ve hat desteserkirin.

    Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Endamê Behanaweçûnê yê Erebî-Kurdî Dara Sitrî diyar kir ku Dilşan Qerecol beriya 2 rojan li Efrînê ji aliyê çekdarên milîtanên Lîwaya Siltan Mûrad, ku nêzikî Tirkiyeyê ye, hat deteserkirin.

    Sitrî anî ziman ku ew hewl didin rewşa wê wêngira kurd bizanibin lê heta niha ti agahiyek derbarê wê de nehatiye bidestxistin.

    Dara Sitrî daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî kir ku fişarê li wê koma çekdar ya beşdarî dagirkirina Efrînê bûye, bikin ku çarenivîsa Dilşan Qerecol eşkere bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’
    CNN: Ne dikarin vegerin Efrînê, ne jî dikarin derbasî Helebê bibin
    Leşkerê ku li Efrînê brîndar bibû jiyana xwe winda kir
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    Etîketan:
    Wênegira kurd, Dilşan Qerecol, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de