06:25 21 Gulan 2018
    Li navenda Efrînê leşkerên tirk û şêniyên bajêr

    ‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 06

    Li gor raportên herêma Efrînê 50 malbatên ji Xûtaya Rojhilat bo Idlibê hatibûn veguhestin li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatin bicihkirin.

    Li demeke ku partî û bizavên Kurd metirsiya guhertina demografiyaya Efrînê piştî ketina artêşa tirk û komên girêdayî wê tînin ziman, ji herêmê jî nûçeyên bicihkirina ereban li şûna kurdên ku neçarî koçberiyê bûne têne belavkirin.

    '50 MALBATÊN XÛTAYÊ LI CINDIRÊSÊ HATIN BICIHKIRIN'

    Li gor nûçeyeke televizyona Rûdawê ku dispêre çavkaniyên herêmê, 50 malbatên ji Xûtaya Rojhilat bo Idlibê hatibûn veguhestin li bajaroka Cindirêsê ya Efrînê hatine bicihkirin.

    'LI CIHÊN ÊZDÎ Û KURDAN EREB TÊN BICIHKIRIN'

    Li gor jêderên herêmê guhertina demografyaya Efrînê bênavber berdewam dike û dîsa 15 malbatên ereb li gundê Qitmê yê li rojhilatê Efrînê ku beşek ji nişteciyên wê kurdên Êzîdî ne hatine bicihkirin.

    Her çiqas heta niha hejmareke piştrastkirî ya berdest tuneye, lê tê ragihandin ku navenda Efrînê jî di nav de li gundê Kaxurê yê Mabatayê, li gundê Meydan, Ikbisê û Mosaka yên Recoyê jî çend malbatên ereb hatine bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    DAIŞê xala kontrolê danî û 5 leşker kuşt
    Ronahiya xwerû bi Kurdî 1ê Nîsana 1942yan dest bi weşanê kir
    Nûnerê PYDê: Wê Fransa gavên mezin bavêje
    Wezîrê tirk: Her tim dibêjin 'gelê kurd' lê me nîşan da em çi difikirin
    Li bajarê Edîrneyê polîsên tirk di wesayita xwe de fihûş kir
    Etîketan:
    Guhertina demografiyaya Efrînê, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de