01:09 21 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - Tehliyekirina militan û sivîlan

    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin

    © AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku tehlîyekirina hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat bidawî bûye.

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê da xuyakirin, "Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê û yekîneyên polîsên rûsî, di encama operasyona xwe ya 8 rojan de, tehlîyekirina milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat temam kirin."

    2 HEZAR 935 KES HATIN TEHLIYEKIRIN

    Wezaretê ragihand, doh 31ê Adarê bi 65 otobusan koma dawî ya ji 2 hezar 935 milîtan û endamên malbatên wan pêk dihat ji ser korîdora mirovî ve bo Idlibê hatin şandin.

    ‘HETA NIHA ZÊDETIRÎ 153 HEZAR KES JI XÛTAYA ROJHILAT DERKETIN'

    Wezareta rûsî herwiha hejmarên kesên ku heta niha di çarçoveya bêhnvedanên mirovî de ji Xûtaya Rojhilat derketine eşkere kir.
    Li gor amarên wezaretê, di bêhnvedanên mirovî de zêdetirî 41 hezar milîtan û tevî endamên malbatên wan bi giştî 153 hezar û 140 kes ji Xûtaya Rojhilat derketine.

    ‘VEGERA SIVÎLAN BO DEVERÊN RIZGARKIRÎ BERDEWAM E'

    Wezareta rûsî herwiha bi bîr xist ku tehliyekirina sivîlan ji deverên jêr kontrola milîtanan berdewam dike û eşkere kir, Navenda Çavderiya Agirbestê ya Rûsî plangeriya vegera sivîlan bo deverên rizgarkirî yên Seqba, Kefir Betna, Eyn Terna, Zamalka û Hareseta el Basalê dike.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê xala kontrolê danî û 5 leşker kuşt
    Ronahiya xwerû bi Kurdî 1ê Nîsana 1942yan dest bi weşanê kir
    YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
    Parêzgarê Kemerovo ya herêma karesata MALLê îstifa kir
    Nûnerê PYDê: Wê Fransa gavên mezin bavêje
    Wezîrê tirk: Her tim dibêjin 'gelê kurd' lê me nîşan da em çi difikirin
    Etîketan:
    Xûtaya Rojhilat, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de