02:27 25 Gulan 2018
    Rêdûr Xelîl

    Rêdûr Xelîl behsa hevdîtina bi Macron re kir

    © Sputnik / Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 40

    Endamê Heyeta Bakure Sûriyeyê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li ser naveroka hevdîtina duh ê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî û diyar kir ku bi awayeke fermî bo Fransayê hatine vexwendin û ji bo Efrînê ev hate gotin; heta dawiyê wê alîkariyê bike.

    Heyetek ji rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê doh li paytexta Fransa Parîsê li Qesra Elyseeyê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anî.

    ‘EFRÎNÎ DI BIN GARANTORIYA NAVNETEWEYÎ DIVÊ VEGERIN EFRÎNÊ'

    Endamê Heyeta Bakure Sûriyeyê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Têdûr Xelîl ragihand ku weke şandeyeke leşkerî û siyasî ya Bakurê Sûriyeyê bi awayekî fermî ji aliyê Serokkomarê Fransayê û Qesra Elysee ve hatin vexwendin. Bêguman hevdîtineke girîng bû û encamên gelekî pozîtîf bûn. Bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn di rewşeke taybet de ne. Mijarên nîqaşên me jî ev bûn. Me giranî da ser rewşa Efrînê bi taybetî kontrola dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayê wan. Ji bo Efrîn li rewşa berê vegere. Gelê me yê Efrînê bi garantoriya navneteweyî vegerin Efrînê.

    ‘HETA DAWÎ WÊ ALÎKARIYÊ BIKE'

    Rojava
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Xelîl got: "Ji bo Efrînê ev hate gotin; heta dawiyê wê alîkariyê bike. Weke Fransa, weke hêzeke diyar di nava koalîsyona navneteweyî de û weke welatekî xwedî bandor li Ewropayê wê li ser vê dosyayê alîkariyê bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bibe nimûne. Bi taybetî di vê demê de ji aliyê dewleta tirk ve gef lê tê xwarin. Ji Minbicê bigire heta Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, sînorê Iraqê. Ev herêmên ku di bin kontrola hêzên HSDê de ye, gef lê tên xwarin. Helwesta Serokkomarê Fransayê, her wiha helwesta wan bi giştî bi awayekî fermî piştgiriyeke heta dawî ji bo van herêman, parastina wê û garantîkirina wê. Hem jî ji aliyê leşkerî ve alîkarîdayin ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞê bi encam bibe. Li ser van mijaran nîqaş hate kirin û li ser vê esasê hevdîtina me bi dawî bû."

    ‘DIVÊ TIRKIYE JI NIHA PÊ VE ÊDÎ HEDÊ XWE BIZANE'

    Rêdûr Xelîl destnîşan kir ku, "Bi dîtina min, ev bersiveke mezin bû ji bo dewleta tirk ku dibêje 'bi hinceta li dijî rêxistina terorê ez sînorê xwe diparêzim'. Ev îdîayên wê pûç bûn. Li vê derê tevgerek, rêveberiyek ji pêkhateyên vê herêmê heye. Li dijî terorê şer kirine. Dewleta tirk divê ji niha û pê ve êdî hedê xwe bizanibe. Zêdegavî kir, divê bes bike.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    Rêdûr Xelîl: Hêviya Erdoganî ya ku êvarî Efrînê kontrol bike, xewneroj e
    Rêdûr Xelîl: Em herêmên sivîl ji xwe re nakin armanc
    Rêdûr Xelîl: Tawana şer tê kirin, 66 sivîl hatine kuştin
    Etîketan:
    hevdîtin, naverok, Rêdûr Xelîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de