04:19 20 Nîsan 2018
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Hêzên amerîkî li bajarekî Rojava li ser sînorê Tirkiyeyê bi cî bûn

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hêzên Amerîkayê duh li bajarê Serê Kaniyê li nêzîkî embarên genimî yên taxa Îstasyona Bakurî ya li ser sînorê Tirkiyeyê bi cî bûn.

    Li gorî medyaya herêmî,  hêzên amerîkî bo du rojan li taxên bajarê Serê Kaniyê yên li ser sînorê Tirkiyeyê geriyane.

    Tê gotin, di rojên dawî de Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ên li Serê Kaniyê çend caran gule li hev reşandibûn û ev pêngava amerîkî jî piştî wan bûyeran hatiye.

    Ji aliyê din ve, nehatiye zanîn bê leşkerên amerîkî dê bi awayekî mayinde li wir bin an jî dê demkî be.

    Hêjayî gotinê ye ku gelek caran jendermeyên Tirkiyeyê gule berdane welatiyên wî bajarî ku herî dawî berî deh rojan kesek bi guleya jendermeyên tirk hatibû kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Li Serê Kaniyê teqînek pêkhat
    li Serê Kaniyê, destê zarokekî ji ber bombeyên li dû DAIŞê mane jêbû
    Şûna tiliyên şikbarên kuştina 2 polîsên Serê Kaniyê hev nagirin
    SANA: Artêşa Tirkiyeyê tesîsa Serê Kaniyê topbaran kir
    Etîketan:
    YPG, Serê Kaniyê, Rojava, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de