04:55 21 Nîsan 2018
    Rojava

    TEV-DEMê bangî ENKS û Partiya Yekîtî kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    TEV-DEMê bi daxuyaniyeke nivîskî bangî ENKSê û partiya Yekîtî ya Rojava kir ku ji Meclisa Birêvebirina Efrînê ya li bajarê Dîlokê hatibû damezirandin vekişin.

    TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku kom û kesên kurd ên Meclisa Birêvebirina Efrînê li Dîlokê ava kiriye, di bin siyas îstîxbarata Tirkiyeyê de ev kar kiriye û ev kar wek "îxaneta li gel kurd" bi nav kir.

    Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku "ev kom kesayet dagirkeriyê rewa dikin û guhertina demografîk li herêma Efrîn qebûl dikin."

    "KESÊN WEK ELÎKO Û BIRO BÛNE SEDEMA KUŞTINA 1500 KESAN KU NÎVÊ WAN SIVÎL IN"

    Di berdewamiya daxuyaniyê de TEV-DEMê rexneyên tund li wan kesên di nava wê meclisê de girtin û bi taybetî rexne li Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Îbrahim Biro û rayedarê kurd ê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa sûrî ya dijber) Fûad Elîko girtin û ew tawanbar kirin ku "bûne sedema kuştina 1500 kesan ku nîvê wan sivîl in."

    Herwiha TEV-DEMê bangî ENKSê kir ku helwesta xwe zelal bike û xwest ku ji Meclisa Birêveberiya Efrînê ya li Dîlokê hatiye damezirandin û bi taybetî ji Biro û Elîko veqetin.

    Bi heman mijarî:

    'Piştî Pompeoyî, dibe giringiya kurdên Sûriyeyê zêde bibe'
    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Ji ASAyê îdîa: Me li Şamê balafireke Sûriyeyê xist
    Etîketan:
    Partiya Yekîtî, ENKS, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê, TEV-DEM, Îbrahîm Biro, Fûad Elîko, Tirkiye, Dîlok, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de