04:20 20 Nîsan 2018
    HSD

    HSD ji bo gotinên Trumpî: Kesî em agahdar nekirine û gotin ne zelal in

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk(HSD) Kino Gabriel îro îniyê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê yên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de yên li Sûriyeyê dixebitin axift û diyar kir ku kesî ew derbarê mijarê de agahdar nekirine û got, "gotinên Trumpî ne zelal in.

    Gabriel bi daxuyaniyekê bersiva ajansa Reutersê da û got, programa piştgiriyê, hevkarî û xebatên me yên li gel hevpeymaniyê di çarçoveya hemû operasyonên hevpar ên li herêmê de berdewam dikin û diyar kir ku "gotinên Trumpî "ne zelal bûn" û got" rayedarên din ên birêveberiya Amerîkayê ev daxuyanî ne piştrast kiriye ne jî red kiriye".

    Trump got, "Hebûna me ya li Sûriyeyê DAIŞ bû. Ti sedemeke din nebû. Em bi giştî gihîştine wê armanca xwe. Em ê di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê vekişin. Bila yên din bi wir ve mijûl bibin."


    Bi heman mijarî:

    Dîmenên talankirina Efrînê hatin belavkirin
    NY: Pêwistiya 50-70 hezar sivîlên li Efrînê bi alîkariyên mirovî heye
    Termên 2 leşkêran li Efrînê hatin dîtin
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    ASA: Tevahiya Efrînê hîn nehatiye kontrolkirin
    Kurd û alîgirên wan ji bo Efrînê xwenîşandan li Parîsê li dar xist
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Kino Gabriel, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de