02:30 20 Nîsan 2018
    Şervanên HSDê-Reqa

    Rûsya: Rewşa li Reqayê krîtîk e gel dest bi serhildanê kir

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serfermandariya Rûsyayê ragihand ku rewşa li Reqayê krîtîk e û gelên li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên Amerîka piştgiriya wan dike dest bi serhildanê kirine.

    Serokê Daîreya Herekatê yê Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rûdskoy diyar kir ku "nêzî 95 hezar kes vegeriya ne Reqayê lê binesaziya bajêr bi tememî wêranbûye. Hewcedariyên niştecihên bajêr pêk nayyên. Li bajar tenê nexweşxaneyeke peywirê dike."

    Rûdskoy diyar kir ku pirsgireka av li bajêr heye û niştecihên El Mansûrê ya Reqayê li dijî komên çekdar ên ku Amerîka piştgiriya wan dike, dest bi serhildanê kirine.

    Rûdskoy got: "Rayedarên herêmî ku ji aliyê Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatin peywirdarkirin, nikarin pirsgirekên gel çareser bikin. Ev jî di nav gel de dibe sedema gelek aciziyan."

    Bi heman mijarî:

    HRRK Meydana Naîm ya Reqa bi rengên xwe dinexşîne
    HSDyî yê Brîtanî ku li Reqa şer kiribû: "Me DAIŞ têk bir"
    Nûnerê Trump McGurk serdana Reqa kir
    Generalê Sûrîyeyî: Hedefa me Reqa ye
    Etîketan:
    HSD, Sergey Rûdskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de