15:41 21 Gulan 2018
    Efrîn

    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Înisiyatîfa Kurd ya li Sûriyeyê Mihemmed Oso ji bo Sputnikê got, "Astengkirina ketina artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê û astengkirina radestkirina kontrolê ya saziyên dewletê, ji bo kurdan xeletiyeke mezin bû."

    Serokê Înisiyatîfa Kurd ya li Sûriyeyê Mihemmed Oso anî ziman ku derde birêveberiya Amerîkayê li Sûriyeyê ne piştgirîkirina kurdan e, derxistina holê ya hêzêkê ye ku şerê hikûmeta Sûriyeyê ya bi cîhadîstan re asteng bike. Oso parast ku kurd bi bawerbûna xwe ya Amerîkayê wê poşman bibin.

    Oso di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê de got, "Derbarê rewşa Efrînê de me hemûyan durûtiya Amerîkayê dît. Destûr da operasyona Tirkiyeyê ya ku tê wateya êrîşkirina ser xelkê Sûriyeyê."

    ‘RÛSYA DIKARE RAWESTÎNE'

    Serokê Înisityatîfa Kurd ragihand ku kurdên li Efrînê, her ku diçe ji hevkariya rêveberiya kurdan ya li Amerîkayê aciz dibin û anî ziman ku Rûsya dikare vî şerî û herwisa bi riya pêvajoya Astanayê êrîşkariya Tirkiyeyê bide rawestandin.

    ‘ŞAM Û MOSKOWÊ ALÎKARÎ KIR'

    Oso diyar kir ku hêzên kurdan hêj jî bi komên terorîst re şer dikin û parast ku artêşa Sûriyeyê ji bo vî şerî çek dane kurdan. Oso hebûna nûnertiya PYDê ya li Moskowê bi bîr xist û got, "Astengkirina ketina artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê û astengkirina radestkirina kontrolê ya saziyên dewletê, ji bo kurdan xeletiyeke mezin bû. Artêşa Sûriyeyê dikarîbû têketa hemû herêmên kurdan û kurd ji wê karesata li ber derî biparasta."

    ‘ENQERE DI RASTIYÊ DE HEMÛ SÛRIYEYÊ DIKE HEDEF'

    Mihemed Oso derbirî ku ji bo Rojava planên stratejîk yên Tirkiyeyê hene û dixwaze herêmeke di bin kontrola xwe de ava bike. Oso herwisa destnîşan kir ku armanca operasyona Tirkiyeyê tenê kurd bûn û got, "Ev wê di siberojê de di navbera Şam û Enqereyê de bibe sedema pirsgirêkan."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
    Berdevkê KREyê: Em qebûlnakin ti kesekî biyanî li Efrînê were bicihkirin
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    'Desteserkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin, binepkirina mafê mirovan e'
    Etîketan:
    Serokê Înisiyatîfa Kurdan li Sûriyeyê, Mihemed Oso, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de