18:29 20 Gulan 2018
    Şervanên YPGê

    YPG: Li Cindirêsê 2 leşkerên tirk hatin kuştin, 6 jî hatin birîndarkirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li ser rêya Cindirêsê 2 leşkerên tirk hatine kuştin û 6 leşkerên tirk jî hatin birîndar kirin.

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Efrînê Brûsk Hesekê îro roja çarşemê ragihand,  "di operasyoneke taybet de li ser rêya Cindirêsê 2 leşkerên tirk hatine kuştin û 6 leşkerên tirk jî hatine birîndarkirin."

    Herwiha hat diyarkirin ku piştî bûyerê 4 ambûlansên Tirkiyeyê bo deverê hatin şandin.

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Efrînê Brûsk Hesekê demek berê jî ragihandibû ku di êrişên dawî de 16 çekdarên ASAyê hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatin jinavbirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) duhî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 2 leşker ji ber teqemeniya destçêkirî jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Tirkiye hewl dide têkeve Efrînê û 18 kes kuştine
    TSK: Li Efrînê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan
    YPG: Di bombebarana duhî ya artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê 14 sivîl hatin kuştin
    TSK çûnûhatina Efrînê li ber milîsên ASA û xelkên sivîl girt
    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    TSK: Nûçeyên bombekirina nexweşxaneyê nerast in
    YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin
    TSK: Leşkerekî me li Efrînê can da
    Etîketan:
    leşker, operasyon, TSK, YPG, Brûsk Hesekê, Cindirês, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de