21:12 24 Nîsan 2018
    ASA - Operasyona Efrînê

    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Efrînê Brûsk Hesekê di axaftina xwe de ragihand ku di êrişên dawî de 16 milîsên ASAyê hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Efrînê Brûsk Hesekê di axaftina xwe de got: "Di encama êrişên dawî yên YPG/YPJê de 16 milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî hatin rûxandin."

    Brûsk Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şervanên YPG/YPJê li navenda Efrînê li taxên Zêdiyê, Mehmûdiye û Şarî El-Vîllatê li hemberî milîsên El Cebhe El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye û Ehrar El-Şamê (milîsên ASAyê) çalekiyên bombeyî û sûqestê pêk anîn. Di encama çalekiyên şervanan de 16 milîs hatin kuştin, herî kêm 10 milîs birîndar bûn û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin."

    Li gor daxuyaniya Hesekê, di encama çalekiyên şervanan ên 4 rojên dawî de hejmara milîsên kuştî gihîşte 36an.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera çekdarên ASAyê de li ser talankirina Efrînê şer derket
    'Erdogan: Hinek komên ASAyê bi fikra xenîmetê tevdigerin'
    ‘Zehmet e talana milîsên ASAyê were kontrolkirin'
    AFP: Milîtanên ASAyê piştî ketina Efrînê, bajar talan kirine
    Ji ASAyê îdîa: Me li Şamê balafireke Sûriyeyê xist
    Milîsên ASAyê li Efrînê dizî û talanê dikin
    'Fermandarekî payebilind ê ASAyê li Efrînê hat kuştin'
    Etîketan:
    ASA, YPG, Brûsk Hesekê, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de