Herî dawî li ser wan nûçeyan Encûmena Leşkerî ya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rûsî li nav Til Rifetê ne û nûçeyên ku wan ew dever kontrol kiriye nerast in.
ERDOGAN GOTIBÛ, EW DÊ PIŞTÎ EFRÎNÊ TIL RIFETÊ JÎ BISTÎNIN
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan du roj berê di axaftineke xwe de gotibû, piştî Efrînê dor hatiye kontrolkirina Til Rifetê û herwiha gefa ketina Şingalê xwaribû.

Hêjayî gotinê ye, dema ku artêşa Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dikir, YPGê alîkarî ji hikûmeta Sûriyeyê xwestibû û Til Rifet jî tê de diyar kiribû, ew dikarin radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)