05:53 20 Nîsan 2018
    Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî yê ji Berpirsê Karûbarên Mirovî Mark Lowcock ragihand, ji ber êrîşa li ser Efrînê heta niha zêdetirî 153 hezar sivîl koçber bûne.

    Lowcock di civîne Konseya Ewlekariyê ya NYyê de ku li ser rewşa Sûriyeyê civiya bû, gotarek pêşkeş kir.

    Nûnerê ji Berpirsê Karûbarên Mirovî yê NYyê Mark Lowcock di civîne ragihand, ji ber êrîşa li ser Efrînê 153 hezar sivîl neçar bûne koçber bibin û terka bajarê xwe bidin.

    Mark Lowcock da xuyakirin ku, ji 50 heta 70 hezar kesên din li nav Efrînê mane û diyar kir, niha 5 milyon û 200 hezar welatiyên Sûriyê di rewşeke gelekî xirab de jiyana xwe didomînin.

    CAFERÎ LOWCOCK BI SER EFRÎNÊ DE REXNE KIR

    Herwiha li civîna KENYyê Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî rexneyên tund li rapora Mark Lowcock a derbarê Sûriyeyê û rewşa Efrînê de kir û got, Tirkiye bi awayê dijminane êrîşî ser Efrînê kiriye, lê Lowcock vê yekê nabîne û tenê dibêje neçar mane koçber bibin.

    Bi heman mijarî:

    'Heta ku em dengê xwe bilind nekin zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdariyeke yekdeng'
    Nebenzya: Tenê Rûsya biryara KENYyê bicih tîne
    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Dr. Emîn Bekir: Serokê Parlemantoya lraqê rê neda behsa êrişên Tirkiyeyê bê kirin
    Enqereyî bo qurbaniyên Kemerovoyê destegul û pêlîstokan datînine ber Balyozxaneya Rûsyayê
    Carter: Wezîfedarkirina Boltonî ji bo Amerîkayê karesateke niştimanî ye
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de