07:52 24 Nîsan 2018
    Idlib - Sûriye

    Sûriye: Cîhadî li Idlibê amadekariya bikaranîna çekên kîmyewî dikin

    © REUTERS / KHALIL ASHAWI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî diyar kir ku dibe provokasyona nû ya bikaranîna çekên kîmyewî bi desteka hin welatên Rojava li Idlibê ji aliyê cîhadiyan ve were pêkanîn.

    Caferî li rûniştina Konseya Ewlekariyê axivî û derbarê îhtimala bikaranîna çekên kîmyewî de got, "Welatên ku sponsoriya terorê dikin careke din ferman dane terorîstan ku çekên kîmyewî bikar werînin."

    Caferî da xuyakirin, "Dê ev provokasyon ji aliyê gelek welatan û Mîxfer Spiyan ve were kirin û dê medya rojavayî jî ragihîne."

    Li gor Caferî ji bo vê êrîşê pisporên biyanî kar dikin û dixwazin zarokan bikar bînin.

    Caferî bal kişand ser ku dê gaza jehrîn li ser sivîlan were bikaranîn û wiha pê de çû: "Dê birîndaran rakin nexweşxaneyên Îsraîlê. Hûn xeyal dikin dê doktorên Îsarîlê çi bibêjin? Ev dê bibe lîstikeke nû ya şanoyê li Idlibê."

    Caferî da zanîn, "Dê ev hemû li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê rû bide."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    'Heta ku em dengê xwe bilind nekin zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdariyeke yekdeng'
    Nebenzya: Tenê Rûsya biryara KENYyê bicih tîne
    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de