17:24 20 Nîsan 2018
    Reqa

    Partiyeke nû li Bakurê Sûriyeyê tê damezirandin

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Partiyeke nû bi navê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Reqaya bakurê Sûriyeyê tê damezirandin ku ji komên siyasî yên erebî, kurdî û siryanî pêk tê.

    Li gorî agahiyên di medyaya erebî û ya herêmî de hatine weşandin, kongreya yekem a partiyê li bajarê Reqayê hatiye lidarxistin û 880 kes tê beşdar bûne ku 180 ji wan mêvan bûn û ji gelek parêzgehên Sûriyeyê hatibûn.

    Kongreya damezirîner bi beşdarbûna şêx, mezinên eşîra Neîm, Henade, Şedad, Elaedîn, Weladê û Erebiyê di bin slogana "Sûriyeye Demokratîk, Plûralîst Nenavendî bi rê ve çû.

    Serokê Kongreyê Ebdulah Mihbaş ê Meclisa Reqayê ya Sivîl di axiftina xwe de got ku "li derveyî nijad, ol û zayend, ev partî dê careke din bi rola xwe rabe da ku Sûriyeyê siberojê damezirîne".

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava, Mêrdîn û deverên din, dinya sor bû
    Li Rojava û Ewropayê Tirkiye hat şermezarkirin
    Lavrov û Tillerson rewşa li Rojava axivîn
    Mele Bextiyar serdana nûnerîtiya Rojava kir: Pêwîst bike, em ê Pêşmergeyan bişînin
    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    Nûnerê Rojava: Fermandarê Feyleq el Şamê hat kuştin
    Etîketan:
    Meclisa Reqayê ya Sivîl, Ebdulah Mihbaş, Bakur Sûriyeyê, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de