07:46 24 Nîsan 2018
    HSD / Reqa

    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda

    © REUTERS / Zohra Bensemra
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gor nûçeyeke Ajansa Fars a Îranê şêniyên Rojavayê Reqayê li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hinceta binçavkirina serokê eşîrekê serî hildane.

    Di nûçeyê de tê gotin, li devera El-Mansureh a Rojavayê Reqayê sivîlan bi çekan êrî biriye ser hêzên HSDê û çend baregehên wan jî hatine şewitandin.

    Tê ragihandin ku ji herdu aliyan jî birîndar çêbûne û sedema wê serî hildanê jî binçavkirina serokê eşîra Bû Xamis Beşîr Hamdan el-Hasmar bûye.

    Herwiha di nûçeya ajansa îranî de tê îdiakirin ku HSD zoriyê li xelkê Reqayê dike ku windahiyên têkçûna xwe ya li Efrînê ji xelkê deverê dabîn bike.

    Ajans di nûçeyê de îdia dike ku milîtanên Kurd ji bo mesrefên xwe dabîn bikin, parçeyên balafirên şer ên li bingeha El-Tebqayê derxistine û firotine kesên nenas.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
    Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Etîketan:
    HSD, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de