06:06 20 Nîsan 2018
    Efrîn - TSK

    Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne

    © AFP 2018 / Bakr ALKASEM
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 50

    Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji ajansa SANAyê careke din bangî "Tirkiyeyê kir ku bê merc û demildest hêzên xwe ji nav axa Sûriyeyê bikişîne."

    Li gorî nûçeya SANAyê, çavkaniyê got: Rayedarên rejîma Tirkiyeyê vê dawiyê her daxuyanî dan ku xetera ewlekariyê ya çekdarên li Efrînê bi dawî bûye ku rejîma Erdoganî ew wek behane bi kar anîbû da ku êrîşa xwe ya xedar li ser Efrîna wek bajarekî sûrî tê nasîn pêk bîne…Û qaşo ew xeter bi dawî bibe, dê hêzên xwe ji nava axa Sûriyeyê bikişîne."

    'MADEM XETER XELAS BÛ, BILA AKP HÊZÊN XWE BIKIŞÎNE'

    Di berdewamiyê de çavkaniyê got, "madem ew xetera xwedêgiran a ewlekariyê ji nav çûye, gelo çima hikûmeta AKPê hêzên xwe yên dagirker ji Sûriyeyê nakişîne ku ew binpêkirineke eşkere ji qanûna navdewletî re ye."

    'TIRKIYEYÊ BI HEZARAN WELATIYÊN EFRÎNÊ AWARE KIRIN'

    Li gorî nûçeyê, çavkaniyê careke din bangî Tirkiyeyê kir ku demildest û bêmerc hêzên xwe ji nava axa Sûriyeyê bikişîne û bangî civaka navdewletî kir ku "bizavan bike da ku wê êrîşkariya Tirkiyeyê bisekinîne ya ku wêranî anî, xwîn rijand û bi hezaran ji welatiyên Efrînê aware kirin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    SANA: Artêşa Tirkiyeyê tesîsa Serê Kaniyê topbaran kir
    Washington Post: Ketina Tirkiyeyê bo Efrînê derbe li polîtîkayên Amerîkayê xist
    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Di 10 salan de li Tirkiyeyê serjimara mehkûman ji %162 zêde bû ye
    Etîketan:
    AKP, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de